Mîhrîcana 6’an a Wêje û Hunera Jinan bi dawî bû

Çalakiyên Mîhrîcana 6’an a Wêje û Hunera Jinan ku duh li Qamişloyê dest pê kiribû bi belavkirina xelatan li beşdaran bi dawî bû. 

2 adar, 2021   18:41
QAMIŞLO

Bi diruşma"Jin rihê çandê nûjen dike" Navenda Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê duh Mîhrîcana 6’an a Wêje û Hunera Jinan li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo dest pê kiribû û îro jî çalakiyên mîhrîcanê bi xelatkirina beşdaran bi dawî bûn.

Di mîhrîcanê de jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê ji tevahî pêkhate, xwendekarên Zanîngeha Rojava ya Beşa Wêjeyê beşdar bûn, da ku mîrhîcan ji wan re bibe derfetek ku xwe bi pêş bixin û xebatên xwe yên wêjeyî pêşkêş bikin.

Di roja yekê de, gelek çalakî hatin lidarxistin, jê jî xwendina helbestan. Her wiha helbestvan Rewan Comî helbestek li ser Efrînê bi sernavê "Ka veger" xwend, helbestvan Semîra Gewriyê Hena helbestek lii ser heskirinê  xwend û helbestvan Faya Ardêş helbestek bi sernavê"Bi hezkirinê ketime" xwend.

Di mîhrîcanê de kurtefîlmên li ser jinan û girêdana wan bi xakê ve û tundiya li dijî jinan hatin pêşandan.

Koma Erbana "Kewkeb El-Benat" a girêdayî Navenda Çandê ya Hesekê stranên folklorî gotin û koma Kevana Zêrîn şanoyek bi sernavê"Qêrîn" pêşkêş kir.

Nivîskar Narîman Evdikê berhemên wêjeyî yên ji helbest, çîrok û gotar nirxandin û wiha got: "Di vê mîhrîcanê de me gelek pirsgirêkên di salên borî de çêbûne, derbas kirin. Bi giştî berhemên wêjeyî yên jinan ên vê mîhrîcanê ji yên berê baştir in. Lê gotar ne li gorî asta ku dihat xwestin bû."

Çalakiyên mîhrîcanê yên roja duyemîn û dawî bi belavkirina xelatên sembolîk li beşdaran bi dawî bûn.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ft4TwNbCBCs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>