Serokê "Itîlafa Nîştimanî ya Sûriyê" li Hewlêrê ye

Serokê "Itîlafa Nîştimanî ya Sûriyê" ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker Nesir El-Herîrî bi şandeyekê re gihaşt Hewlêrê.

Serokê "Itîlafa Nîştimanî ya Sûriyê" li Hewlêrê ye
2 adar, 2021   17:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê, Nesir El-Herîrî dema ku gihişt Hewlêrê tavilê bi endamên ENKS’ê re civiya. Tê payîn ku El-Herîrî sibe bi serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re bicive.

Dewleta Tirk a dagirker "Itîlafa Nîştimanî ya Sûriyê" ku ENKS’ê jî di nav de ye weke alavekê ji bo dagirkirina xaka Sûriyê û pêkanîna sûcan li dijî şêniyên li herêmên dagirkirî û kurdan, her wiha ji bo rewakirina dagirkeriya xwe jî bi kar tîne.

(fr)