Li Afganistanê 3 rojnameger hatin kuştin

Li rojhilatê Afganistanê di encama êrişeke çekdarî de ya ji aliyê kesên nenas ve 3 rojnameger hatin kuştin.

Li Afganistanê 3 rojnameger hatin kuştin
2 adar, 2021   16:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP’ê heta niha tu aliyekî êriş negirtiye ser xwe û nasnameyên kuştiyan nehatine naskirin.

Duh, Wezareta Parastinê ya Afganistanê ragihandibû ku bi kêmanî 30 endamên Tevgera Talîbanê hatine kuştin, di nav de 16 endamên Rêxistina El-Qaîdê ne.

Li dijî cih û nuqteyên ewlehî û leşkeriyê yên girêdayî artêşa Afganistanê êrişên rojane hene, ji wê zêdetir jî rojnameger û dadger tên armanckirin. Tevgera Talîbanê piranî kiryaran hildigire ser xwe.

DYA û Talîban hev du bi binpêkirina peymana aştiyê ya ku di Sibata 2020'î de li Dewhayê îmze kiribûn, tawanbar dikin.

(fr)