Hêzên parastinê yên jin li Girkê Legê 8'ê Adarê pîroz kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û YPJ'ê bi boneya hatina 8’ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanê şahiyek li Girkê Legê li dar xist.

Hêzên parastinê yên jin li Girkê Legê 8'ê Adarê pîroz kir
Hêzên parastinê yên jin li Girkê Legê 8'ê Adarê pîroz kir
Hêzên parastinê yên jin li Girkê Legê 8'ê Adarê pîroz kir
Hêzên parastinê yên jin li Girkê Legê 8'ê Adarê pîroz kir
Hêzên parastinê yên jin li Girkê Legê 8'ê Adarê pîroz kir
Hêzên parastinê yên jin li Girkê Legê 8'ê Adarê pîroz kir
2 adar, 2021   16:20
QAMIŞLO

Şahî li yarîgeha bajarokê Rimêlanê ya navçeya Girkê Legê bi beşdarbûna bi dehan jinan hate lidarxistin.

Şahî bi torana leşkerî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û YPJ'ê dest pê kir. Dûvre bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hêvî Mistefa axivî û got: "Em Roja Jinan a Cîhanê li tevahî jinan, bi taybet li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin. Em ji tevahî cîhanê re dibêjin em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şans in, ji ber ku em şoreşa azadiyê bi saya têkoşîna tevgera rizgarkirina jinan ji deh salan ve bi rê ve dibin, ew yek jî bi saya îdeolojiya jinan e ya ku xwe dispêrin fikirê rêber Abdullah Ocalan."

Hêvî Mistefa wiha domand: "Bi saya qurbaniyan em bûn xwediyê artêşeke taybet bi jinan. Ji lew re dijmin jinên azad bê navber armanc dike. Lê ev yek israra me têk nabe û dê têkoşîna xwe heta rizgarkirina tevahî herêmên me û Sûriyeke demokrat a pirrengî ya nenavendî li gorî destûrekê ku parastina tevahî pêkhateyan dike, nemaze jinan, berdewam bikin."

Her wiha endama rêveber a Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîhan Loqo wiha got: "Em vê rojê li tevahî jinên têkoşer ên ku li eniyên şer li ber xwe didin, civak bi rêxistin kir û parast, pîroz dikin. Ji ber ku dîrok şahid e ku jinan jiyan li vir bi rêxistin kir. "

Rîhan Loqo pê de çû: "Bi rihê jinan a ku civak bi rêxistin kiriye û beşdarî tevahî qadan bûye, herêmên me ji hêzên terorîst hatin rizgarkirin. Rola Hêzên Ewlekariya Hundirîn û YPJ'ê di rêxistina civak û rizgarkirina wê de pir girîng bû. Ji lew re divê em têkoşînê heta pêkanîna jiyaneke azad û civakeke azad û birûmet xurt bikin."

Piştî axaftinan, koma Alanya ya girêdayî Navenda Aram Tîkran a Çand û Hunerê ya Rimêlanê komek ji stranên gelêrî yên kurdî pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina dîlanê bi dawî bû.

(fr)

ANHA