‘Pergalên serdest têkoşîna jinan li ser xwe xeterî dibîne’

Li Kobanê û Hesekê jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşên girseyî li dar xistin, li aliyekî din jî Kongreya Star serdana saziyên Tirbespiyê kir û Dêrikê xemiland.

 ‘Pergalên serdest têkoşîna jinan li ser xwe xeterî dibîne’
 ‘Pergalên serdest têkoşîna jinan li ser xwe xeterî dibîne’
 ‘Pergalên serdest têkoşîna jinan li ser xwe xeterî dibîne’
 ‘Pergalên serdest têkoşîna jinan li ser xwe xeterî dibîne’
2 adar, 2021   16:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 8’ê Adarê rêzeçalakî li tevahî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar ketin.

KOBANÊ

Kongreya Star a Kobanê meşek li dar xist, meş ji Qada Herdemê ve dest pê kir û  li Qada Jina Azad a li naverasta bajêr vegerî mîtîngekê.

Di mîtîngê de, bi navê rêxistinên jinan ên li bajêr, Sara Xelîl axivî û got: "Têkoşîna jinan, bingeha destpêkirina tevgera jinên ciwan e ku li hember tevahî hêzên dijberî jinan disekine. Divê bi tevahî rêbazan li hemberê bisekinin û têkoşîna xwe bilind bikin."

Sara Xelîl destnîşan kir ku dewletên ku piştevaniya terorê dikin, her tim li hember azadiya jinên têkoşer disekinin, ji ber ev dewlet xwedî rejîmên radîkalî  in û jinan dijminê xwe dihesibînin.

Sara Xelîl banga xurtkirina têkoşîna azadiya jinan kir.

Li aliyekî din jî berdevka Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC-Jin) Sozdar Xelîl Roja Jinan a Cîhanê li tevahî jinan bi taybet li tevahî jinên di eniyên şer de pîroz kir û got: "Divê em erka ku dikeve ser milê me bi cih bînin û jin û civakê biparêzin."

HESEKÊ

Li bajarê Hesekê bi pêşengtiya Hêzên Parastina Civakî ya Jinan (HPC-JIN) bi sedan jin meşek li dar xist.  Jinan ku alên Kongreya Star û HPC`ê bilind kiribûn ji pêşiya parka Rêber Apo ya li taxa Nasira dest bi meşê kirin.

Meş li tevahî kolanên bajêr geria û ber bi  Navenda Komîteya Jînegeh û Şaredariyan a li taxa Kelasê çû û li wir vegerî mîtîngê. Piştre Koordînatora Kongreya Star a Hesekê Lîlav Hisên axivî.

Lîlav Hisên Roja Jinan a Cîhanê li tevahî jinan pîroz kir û wiha got: "Roja Jinan a Cîhanê ne rojeke normal û ji rêzê ye, lê belê ev roja berxwedan û têkoşîna li dijî zihniyeta desthilat û baviksalarî ye. Bi sedan jin di vê oxirê de heta roja îro şehîd bûne."

Bi navê HPC’ê Nesrîn Mecdel destnîşan kir ku ew li hember dijmin û êrişkarê herî mezin e, ew jî dewleta Tirk e ku li dijî jinan e û da zanîn ku di tevahî cîhanê de jin di azar, zilm û mehrûmkirinê re derbas bûne. Lê belê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevahî sûcên li dijî wê şikandin û mafên xwe bi dest xistin.

Nesrîn Mecdil diyar kir ku jinan ji bo şoreşa xwe qurbanî da û hîna jî didin û tevahî cîhan dizane ku şoreşa jina a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ser ketiye.

Meş bi diruşmên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Ji bo pîrozkirina hatina Roja Jinan a Cîhanê, şandeyek ji Kongreya Star a Tirbespiyê ya kantona Qamişlo serdana saziyên li navçeyê kir.

Şande ji jinên pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan pêk dihat serdana saziyên Rêveberiya Xweser, TEV-DEM’ê û nivîsgehên partiyên; PYD’ê, Partiya Kesek a Kurdistanî û Partıya Aştiya Demokratîk ya Kurdistanî, kir.

Endamên Kongreya Star di serdanên xwe de, li ser şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî û got şoreşê pêngaveke baştir di dîroka jinan de pêk anî û diyar kirin ku jinan bi saya fikirê rêber Abdullah Ocalan cihê xwe yên xwezayî di civakê de girt.

Endamên saziyan spasiya şandeyê kir û Roja Jinan a Cîhanê li wan pîroz kir.

DÊRIKÊ

Bi heman boneyê, Kongreya Star a Dêrikê, ji bo pêşwazîkirina Roja Jinan a Cîhanê dest bi xemilandina kolan, qad û têketina bajêr kir.

Endamên Kongreya Star berê xwe da qada şehîdan a li naverasta bajêr, da ku bi wêneyên têkoşer û alên kurdî bixemlînin.

(fr)

ANHA