Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê didomin

Rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, rêze çalakî li dar xistin.

2 adar, 2021   15:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistin û saziyên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê ku li Rojava dest pê kir, her sal bi rêze çalakiyan vê rojê pêşwaz dikin.

HELEB

Bi dirûşmeya "Hevrîn û Nedya soza têkoşîna me û rêya şoreşa me ne" Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li bajarê Helebê panelek bi rêxistin kir. Bi dehan nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn.

Panel li hola civînan li rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê hate lidarxistin.

Endama Koordînasyona Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê Xalîda Ebdo derbarê 8'Adarê de axivî.

Xelîda got:"Ji çirûska 8'ê Adarê û heya roja me ya îro, jin li azadî, edalet, exlaq, vîn û heqîqeta ku ji wan hatiye dizîn, digerin."

Xalîda destnîşan kir ku şoreşa jin a li Rojava derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû û bû nimûneyek û wiha domand: " Jinan ji bo parastina xwe, axa xwe û destkeftiyên xwe, di qada leşkerî de xwe bi rêxistin kirin. Her wiha ji bo avakirina civakek exlaqî û demokratîk di tevahî qadan de xwe bi rêxistin kir."

Xalîda Ebdo bal kişand ser astengiyên ku rastî jinê dihatin û diyar kir ku ev astengî îradeyek bihêz ya têkoşîna azadiyê ava kir. Xalîda behsa rola şehîd Hevrîn Xelef û Nedya Xeşan di damezrandina Partiya Sûriya Pêşerojê de, berfirehkirina bingeha wê û sazkirina jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên gelên Sûriyê de kir.

Panel bi nîqaşan bi dawî bû.

HESEKÊ

Bi heman armanca Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi beşdarbûna bi dehan endamên partiyê semînerek li hola Reşo ya taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê da.

Hol bi wêneyên şehîd Hevrîn Xelef û Nadya El-Xeşan, alên partiyên û pankartan hatibû xemilandin.

Piştî deqeya rêzgirtin, berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya kantona Hesekê Evîn Mihemed 8'ê Adarê li jinan pîroz kir û şehîdên ku mohra xwe li dîroka têkoşîna azadiya jinan xistine bi bîr anîn.

Evîn Mihemed got: "Berxwedana jinan heya roja me ya îro ne tiştekî hêsan e, jin hîna li hember hemû cûre tundî, bindestî û koletî disekine."

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Şîlan Ehmed jî behsa rewşa jinan li herêmê kir û girîngiya azadiya jinan û parastina destkeftiyên wê kir.

Şîlan Ehmed got, Partiya Sûriya Pêşerojê roleke pêşeng di hemû qadan de da jinan da ku rola wê di civakê de aktîv û dînamîk be.

Piştî dayîna semînerê, Koma Sûriya Pêşerojê stranên şoreşgerî û gelêrî gotin.

REQA

Meclisa Jinan a Sûriyê bi hevkariya Rêveberiya Jin a Reqayê semînera bi dirûşma" Meşa Hind û Seida meşa me ye û soza wan soza me ye" li hola Tac a bajarê Reqayê da.

Şemis Sîno semîner da û diyar kir ku jin bingeha malbat û civakê ye. Her wiha behsa rola jinan û dîroka têkoşîna wê kir.

HECÎN

Rêveberiya Jinan a gundewarên rojhilatê Dêrazorê semînerek li bajarokê Hecînê bi dirûşma " Meşa Hind û Sieda dê biserkeve" organîze kir. Bi sedan jinên bajarokên Ebû Hemam, Baxoz û Hecînê beşdar bûn.

Hola semînerê bi pankartên " Bi rêxistin, vîn û jiyana azada em dê wateyê bidin 8'ê Adarê ", "Bi rihê şehîd Hevrîn Xelef bêhna yesmînan ji 8'ê Adarê tê " û "Bi rihê Hind û Sieda em ê terora wan têk bibin" hatibû xemlandin.

Semîner bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre Hevseroka Meclisa Bajarokê Hecînê Eyda El-Colan li ser dîroka têkoşîna jinan axivî

Piştre belgefîlmeke der barê 8'ê Adarê de hate pêşandan. Her wiha endama rêveber a Komîteya Jinan a Meclisa Herêmê Firat a gundewarên rojhilatê Dêrazorê Xada Adil axivî û behsa pêşketinên ku jinan di hemû qadan de bi dest xistine, nemaze tevlêbûna wê nava saziyên Rêveberiya Xweser de kir.

Beşdaran jî li ser mijarê nêrînên xwe parve kirin.

(dx-dm)

ANHA