Dewleta Tirk a dagirker ku ava Firatê kêm dike, li Minbicê hate şermezarkirin

Meclisa xeta rojava ya Minbicê ji bo şermezarkirina kêmkirina dewleta Tirk asta herikîna ava çemê Firatê çalakiyek protestoyî li dar xist.

Dewleta Tirk a dagirker ku ava Firatê kêm dike, li Minbicê hate şermezarkirin
2 adar, 2021   12:58
 MINBIC

Hevseroka meclisa xeta rojava Riweyde Hinêdel daxuyaniya çalakiya protestoyî li pêşiya avahiya meclisê li gel tevlêbûna endamên meclisê xwend.

Meclisê di daxuyaniyê de siyaseta bi zanabûn a Erdogan a qutkirina avê ya li dijî gelê Sûriyê şermezar kir.

Meclisê di daxuyaniya xwe de ev yek got: “Dewleta Tirk mîna her car siyaseta xwe ya hovane li dijî herêmê bi giştî û Sûriyê bi taybet didomîne, ji bo vejandina serfiraziyên împeratoriya osmanî ya tunebûyî, hewl dide li ser tevahiya astan, her fikrekî demokratîk li herêmê tune bike. Ji lew re axa Sûriyê dagir dike, sûcên şer li dijî herêmê pêk tîne, demografiya wê digihuere û projeya xwe ya dagirkirinê bi rêya êrişkirina Eyn Îsayê û hedefgirtina sivîlan li Minbic û seranserî sînorê didomîne.“

Her wiha meclisê diyar kir ku asta sûcên dewleta Tirk di vir de sînordar nema, ji wê zêdetir peymanên navneteweyî binpê dike û siyaseta tîkirinê û qutkirina avê li ser Sûriyê dimeşîne.

Di daxuyaniyê de, bêdengiya civaka navneteweyî û hikumeta Şamê li hemberî hovîtiya dewleta Tirk hate şermezarkirin.

Dewleta Tirk ji zêdetirî mehekê ve, asta herikîna çemê Firatê yê ku derbasî axa Sûriyê dibe, kêm kir. Ji ber wê asta çemê bi awayekî metirsîdar kêm bû û bandor li gelek warên jiyanê kir di serî de çandinî û kehrebe.

Li gorî Rêveberiya Bendava Tişrîn ku yek ji  bendavên li ser çemê Firatê ye, rêjeya ava ku tê 200 m3 di her xuleyekê de derbas nake. Li gorî lihevkirinekê berê di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de divê para Sûriyê ji ava çemê 500 m3 di her xuleyekê de be.

(şx)

ANHA