Parlamentoya Iraqê: Sûcên DAIŞ`ê yên li dijî êzdiyan qirkirin e

Parlamentoya Iraqê, sûcên DAIŞ`ê yên li dijî jinan û zarokên êzidî û kêmneteweyên olî weke qirkirineke komî û sûcên li dijî mirovahiyê qebûl kir.

Parlamentoya Iraqê: Sûcên DAIŞ`ê yên li dijî êzdiyan qirkirin e
2 adar, 2021   10:04
 NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamentoya Iraqê, duh li hev civiya û pêşniyarqanûna ku ji bo qebûlkirina sûcên DAIŞ`ê yên li dijî jinan û zarokên êzidî û kêmneteweyên olî weke qirkirineke komî û sûcên li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin, pêşkêşî wê hatibû kirin, qebûl kir. Li gorî qanûnê; wê tazmînat ji jinên ku ketine destê DAIŞ’ê û hatine rizgakirin re bê dayîn. Serokkomarê Iraqê Berhem Salih û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, têkildarî qebûlkirina pêşniyarqanûnê daxuyanî dan û kêfxweşiya xwe ya ji bo anîn ziman.

Berhem Salih, li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyand ku erêkirina parlamentoyê ji bo jinên êzidî yên qurbanên hovîtiya sûcên DAIŞ`ê serkeftinek e û wiha got: “Divê xebatên ji bo naskirina çarenûsa windahiyan û însafkirina qurbaniyan berdewam bikin û hesab ji sûcdaran were xwestin.”

Nêçîrvan Barzanî, ji bo qebûlkirina pêşniyarqanûnê spasiya hemû komên partiyên siyasî yên Meclisa Iraqê kir û diyar kir ku qebûlkirina pêşniyarqanûnê gaveke girîng e û ji bo razandina tazmînatê ya ji êzidiyan re û parastina jiyana wan destpêkeke.

(şx)