​​​​​​​Li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine; Kuştin, revandin û çandina heşîşê

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê aloziyên mirovî di meha Sibatê de ku li herêmên Sûriyê yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin, belge kir.

​​​​​​​Li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine; Kuştin, revandin û çandina heşîşê
2 adar, 2021   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di raporeke xwe de wiha got: "Ji dema ku dewleta Tirk herêmên Sûriyê dagir kirine aloziyên mirovî, sûc û tevlîheviya ewlekarî roj bi roj mezintir dibe. Rojek derbas nabe bêyî ku sûc, hedefgirtin û teqîn têde neyên kirin."

SOHR`ê bal kişand ser bûyerên ku di meha Sibata borî de li wan herêmên qewimîne.

Li gorî SHOJR`ê di meha Sibatê de 12 kes pranî sivîl bûn, di nav de du zarok û jinek her wiha 53 kes di nav de sivîl di encama teqîn, hedefgirtin, kuştin û rewşên cûda hatine kuştin û birîndar bûne. Her wiha du cenaze hatin dîtin. Ji wan ê jinekê ku li herêma Soran a bakurê Helebê hatibû kuştin û ya din ê zarokeke koçber ku di kampa Sico ya nêzî sînorê dewleta Tirk a gundewarên bakurê Helebê di rewşên ne diyar de hatiye kuştin.

Şêniyên Ezazê jî cenazeyek di yek ji kolanên bajêr li nêzî sûkê dîtin û hate diyarkirin ku bi guleyekê di serî de hatibû kuştin û li kêleka wî kaxezek li ser nivîsandibûn ku gef û tawanên ji sivîlan re îsbat dike ku çeteyan ev sûc pêk anîne.

Li Kolana 8`ê Adarê ya bajarê Babê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin cenazeyekê zilamekî hate dîtin û serî wê ji laşê wî hatibû qutkirin, destên wê girêdayî bûn û li ser wî kaxezek ku li ser heman tawan nivîsandibûn.

SOHR: GIRTINÊN HOVANE Û WÊRANKIRINA MÎRASA ŞARISTANIYÊ'

Li gorî navendê, sûcên li herêmên di bin dagirkirina dewleta Tirk de yên li gundewarê Helebê naxsim Efrîn berdewam in.

SOHR`ê bi bîr xist ku komên alîgirên Enqereyê rojane sûcên cuda li dijî şêniyên ku naxwazin ji warên xwe derkevin, pêk tînin.

Li gorî SOHR`ê çeteyan zêdetirî 43 sivîl di nav de 9 jin hene ji gundewarên Efrînê wekî Mabata, Cindirêsê, Şeran û Basûta revandine. Ji wan 11 kes serbest hatin berdan lê çarenûsa 32 kes in din heta niha ne diyar e.

Her wiha SOHR`ê di Sibatê de sûcên çeteyan ên li dijî şêniyan û mîrasa şaristaniya herêmê belge kirin.

Serçeteyekî Polîsa Leşkerî ya girêdayî dewleta Tirk zêdetirî 50 malên şêniyên Efrînê yên li taxên cuda yên Efrînê ku xwediyên wê  koçber bûne, deste ser kirine. Hinek ji wan kirine baregeh û hinek din jî kirê dide.

Der barê mijarê de SOHR`ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, piştrast kir ku çeteyên Ceyiş Şerqiye malek welatiyekî Kurd li taxa Eşrefiye ya bajarê Efrînê deste ser kir û li beramberî hezar û 700 dolarî frot.

Her wiha çeteyên Haciz El-Qela ji ber sedemên ne diyar êriş otobusek xwendekarên zanîngehê yên ji Meriê kir, li wan dan û gotinên xerab ji wan re gotin.

Li aliyekî din çeteyan kolandina cihên dîrokî li gund û bajarokên herêma Efrînê yên cuda didomînin. Çeteyên Lîwa Semerqend bi zanabûn 3 girên dîrokî yên gundê Hec Hesna ya navçeya Cindirêsê li gundewarên Efrînê kolandin.

Çeteyên careke din dora Qada Roman a keleha Nebî Hûrî ya li navçeya Şeran a gundewarên Efrînê kolandin.

ŞERÊ NAVXWEYÎ Û HEVKARIYA DI ÇANDINA HEŞÎŞÊ DE

Di çarçoveya parvekirina milkên hemwelatiyan de, li deverên dagirkirî şer di navbera çeteyan de rû da. 

SOHR`ê bi bîr xist ku di Sibatê de komên çeteyan 7 caran bi hev ketin. Li gorî SOHR li Efrînê çeteyan bi awayekî hevpar heşîşê diçînin.

SOHR`ê ragihand ku çeteyên Ehrar El-Şam, Sultan Murad, Ehrar El-ŞerqIyê û Cebhe El-Şamiyê li gundewarê Efrînê gundê Mîdan Ekbes, Xirab Slok û Sûrkê yên navçeya Raco heşîşê diçînin.

Li gorî çavkaniyên SOHR li deverên mezin yên herêma Efrînê heşîş tê çandin.

Li gorî SOHR'ê, tevahî sûcên çeteyan li Efrînê piştî ku dagir kirine û beşeke mezin ji şêniyan koçber kirin, têra wan nekir, çete bi zanebûn û bi erêkirina dewleta Tirk a dagirker Efrîn û gundewarên wê kirine zemîna "Pareşûştinê".

SOHR'ê piştrast kir ku karê "Pareşûştinê" bi hêsankirina ji aliyê çeteyan ve pêk tê. Nexasim serçeteyên ku pereyên bi talanî, dizîna mal û milkên şêniyên Efrînê yên koçber bûne û yên di Efrînê de mane. Mînaka herî ber bi çav jî serçeteyê Silêman Şah (Mihemed El-Casim) ê ku bi navê Ebû Emşe tê naskirin. Ebû Emşe  navçeya Şiyê kiriye wekî serdestiyek taybet, piştî ku mal û milkên şêniyên navçeyê talan kirin û endamên xwe xapandin û şandin Azrebêcan û Lîbyayê.

Di dawiya rapora xwe de SOHR'ê eşkere kir ku ji tiştê ku derbas bûye tê xuyakirin ku sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên bi dawî nebûye û sûcên xwe didomînin.

(bx-şx)