Xwendekarên dibistaneke Qamişlo jî beşdarî hemleya “Keziyên Kesk” bûn

Cara yekem e ku xwendekarên Dibistana Mehmûd Eseed a li bajarê Qamişlo tev li hemleya "Keziyên Kesk" bûn.

Xwendekarên dibistaneke Qamişlo jî beşdarî hemleya “Keziyên Kesk” bûn
Xwendekarên dibistaneke Qamişlo jî beşdarî hemleya “Keziyên Kesk” bûn
Xwendekarên dibistaneke Qamişlo jî beşdarî hemleya “Keziyên Kesk” bûn
Xwendekarên dibistaneke Qamişlo jî beşdarî hemleya “Keziyên Kesk” bûn
Xwendekarên dibistaneke Qamişlo jî beşdarî hemleya “Keziyên Kesk” bûn
2 adar, 2021   11:38
QAMIŞLO

Tevlêbûna xwendekaran ji hemleyê re li ser xwesteka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê pêk hat, da ku xwendekar fêrî çanda xêrxwaziyê bibin û welatê xwe bi şênkahiyê geş bikin.

Hemle li ser 3 qonaxan pêk tê, di qonaxa yekemîn de tov tên çandin, di ya duyemîn de çiqilên daran tên çandin, di ya sêyemîn de jî piştî ku şitil amade bibin wê dar li herêman bên belavkirin. Komîteyeke zanistî çavdêriya hemleyê dike.

Piştî 2 salan dê ew şitil amade bibin û wê darên cur bi cur wekî; tirî, hejîr, tû û henar jê derkevin. Tê payîn ku di qonaxên bê de tovên din ên sebze û fêkiyan bên amadekirin.

Têkildarî armanca wan ji tevlêbûna hemleyê, berdevka Dibistana Mehmûd Eseed Stêra Ibrahîm diyar kir ku ew dixwazin xwendkarên wan fêrî çanda hevkariyê bibin û derdora xwe şîn bikin û ji biçûkaniya xwe de kedê bê berdêl bidin.

Stêra destnîşan kir ku dibistana wan dibistana yekemîn e ku tev li hemleyê dibe û ji ber wê yekê xwendekar bi coşeke mezin tev li hemleya “Keziyên Kesk” bûne.

Hemleya "Keziyên Kesk" di Cotmeha 2020`an de ji bo zêdekirina rûberên kesk û şênkahiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê komeke civaka sivîl ve hate destpêkirin. Hemle roj bi roj berfirehtir dibe.

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/i2QpQS5pCUg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>