Li Nîjerya DAIŞ'ê êrişî navendeke alîkariyê ya navneteweyî kir

Çeteyên DAIŞ'ê li bajarê Dikwa bakur rojhilatê Nîjerya êrişî navendek alîkariyê ya girêdayî Neteweya Yekbûyî kir û 25 karmendên navendê dorpêç kirin.

Li Nîjerya DAIŞ'ê êrişî navendeke alîkariyê ya navneteweyî kir
2 adar, 2021   08:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyek leşkerî ji El-Erebiyê re ragihand ku duh bi dehan çeteyên DAIŞ'ê li rojavayê Afrîkiyayê êrişî bargehek leşkerî li bajarê Dikwa kirin û agir bi navendek alîkariyê ya girêdayî Neteweya Yekbûyî xistin û di encamê de navend bi tevahî şewtî.

Heman çavkanî anî ziman ku ku çeteyên DAIŞ'ê 2 êriş pêk anîn, yek li dijî baregeha leşkerî û ya din li dijî naveda alîkariya ya girêdayî Neteweya Yekbûyî.

Çavkaniyekî ji girêdayî navenda alîkariyê diyar kir ku komên çekdar navend bi giştî şewitandine, lê zirar negihaşt tu kesî û da zanîn ku 25 karmendên wan ji aliyê komên çekdar ve dorpêçkirî ne.

Li gorî çavkaniyekî leşkerî, artêşê sewqiyetên xwe ji bajarokê Martî anîn da ku karmendan ji dorpêçê rizgar bike.

Heman çavkaniyê got 2 balafirên şer û helîkopterek jî hene da ku çeteyên ji navenda şewitî bi dûr bixin.

(dm)