Rêjîma Îranê 3 girtiyên siyasî yên Ereb darve kirin

Rêxistina Mafê Mirovan ya Ehwaz bi daxuyaniyekê ragihand ku rêjîma Îranê 3 girtiyên siyasî yên Ereb darve kirin. Her wiha diyar kir ku girtiyekî din jî bi êşkenceyê hatiye kuştin.

Rêjîma Îranê 3 girtiyên siyasî yên Ereb darve kirin
2 adar, 2021   07:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rêxistina Mafê Mirovan Ehwaz, duh 3 girtiyên siyasî yên Ereb ên bi navê, Casim Heyderî, Hisên Sîlawî û Elî Xesrecî li girtîgeha Spîdar ya Ehwaz, ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin.

Li gorî nûçeya heman Rêxistinê, ev kes bi sûcê alîkariya komên dijberê desthilatê û li dijî hikumetê çek rakirine, hatine darvekirin. Her wiha hate gotin ku beriya her 3 girtî werin darvekirin, bi malbatên xwe re hevdîtin pêkanîne.

Rêxistina Mafê Mirovan ya Ehwaz di dewama nûçeya xwe de ragihand ku girtiyê siyasî yê bi navê Nasir Xefacyan jî ku sala borî hatibû girtin, bi êşkenceya hêzên rejîma Îranê jiyana xwe ji dest daye.

Ragihandina girêdayî rejîma Îranê, kesên ku hatine darvekirin weke kesên ku di sala 2018’an de êrişê navendeke polîsan ya bajarê Ehwaz kiribûn da nasîn.