Rojnameyên erebî: Welatên Ewropayê li dijî normalîzekirina têkiliyên bi Şamê re ne

Rojnameyên erebî yên îro behsa tevgera Ewropayê li dijî Şamê, rageşiya li başûrê Iraqê û aloziya Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Welatên Ewropayê li dijî normalîzekirina têkiliyên bi Şamê re ne
2 adar, 2021   08:07
NAVENDA NÛÇEYAN

 WELATÊN EWROPAYÊ JI BO RÊGIRTINA LI NORMALÎZEKIRINA TÊKILIYÊN BI ŞAMÊ RE KETIN TEVGERÊ

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Dewletên Ewropayê ket tevgerê da ku belgeyeke ku Fransa bi navê komeke dewletaan amade kiriye, erê bike. Di belgeye de pêşniyar tê kirin ku hilbijartinên serokatiyê yên Sûriyê ku li gorî biryara navneteweyî ‘2254’ pêk neyê bên redkirin û piştî hilbijartinên serokatiyê ku tê payîn di dawiya Gulana bê de pêk bên, rê li normalîzekirina têkiliyên bi Şamê re bê girtin.

Li Sûryê plan tê kirin ku li gorî destûra 2012`an hilbjiartin bê kirin, tê payîn ku serok Beşar El-Esad tê de biserkeve û wîlayeta wî heta 7 salên din dewam bike.

Moskov piştgiriyê dide vê yekê û bi rêya normalîzekirina têkiliyên siyasî û dîplomatîk bi hin dewletan re, şandina pereyan ji bo ji nû ve avakirina Sûriyê û pejrandina rewatiya hilbijartinan, hewl dide ku hibijartin guhertinekê di rewşa Sûriyê çêbike.

Nûnerên welatên Ewropayê civînan li dar dixin da ku belgeya Fransayê amade kiriye erê bikin. rojnameya Şerq El-Ewsat kopiyek ji belgeye bi dest xist û tê de wiha tê gotin: “Li dij derketina hewldanên rejimê û alîgirên wê yên bidawîkirina aloziyê bi rêya pêkanîna hibijartinên sexte di 2021`an de, bêyî ku çalakiya siyasî li gorî biryara NY`yî ya hejmar ‘2254’ bimeşînin.” Piştî erêkirina belgeye di 15`ê Adarê de (salvegera destpêkirina xwepêşandanên Sûriyê) dê daxuyaniyek bê dayîn.”

 ISYANA LI DIJÎ PARÊZGARAN GIHAŞT BAŞÛRÊ IRAQÊ

Rojnameya El-Ereb jî têkildarî rewşa Iraqê wiha nivîsî: “Li parêzgehên başûrê Iraqê pêleke nû ya xwepêşandanên gel dest pê kir û ber bi ‘îsyana’ li dijî parêzgarên girêdayî partî û hêzên siyasî ve diçe. Xwepêşandêr dixwazin ku parêzgarên li gorî daxwaza xwe hibijêrin’

Roja duşemê xwepêşandêrên li parêzgeha El-Dîwaniyê ya başûrê Bexdayê xwestin ku parêzgar Zuhêr El-Şeilan ê girêdayî opozîsyona serokwezîrê berê Nûrî Malikî, îstifa bike. Bi vê yekê parêzgeha El-Dîwaniyê piştî Wasit û Zî Qar ên li başûrê welêt, dibe parêzgeha sêyemîn ku lê xwepêşandanên li dijî parêzgaran tên lidarxistin.”

 NELIHEVKIRIN ERKA EL-DEBÎBE ASTENG DIKIN

Rojnameya El-Beyan jî di kar û barên Lîbyayê de wiha nivîsî: “Rewşa siyasî li Lîbyayê û erêkirina hikumeta nû ya bi serokatiya Ebdulhemdî El-Debîbe hîna wekî xwe ye. serokê Meclisa Parlamanteran Eqîla Salih banga rûniştineke giştî roja duşemê li bajarê Sirtê an li cihê niha yê parlamantoyê li bajarê Tibruqê kir. Hemwextî vê yekê hejmareke mezin ji parlamanterên herêm rojava çûyîna bajarên Sirt û Tibruqê red kirin û li ser malpera Zoom bangawaziyên ji bo erêkirina hikumeta nû derketin. 

Lê endamê meclise Mihemed Dûma piştrast kir ku bajarê Sirt cihê herî guncawe ji bo lidarxistina rûniştina parlamantoyê ji ber ku herêmeke navîne û parlamanter li ser lihev dikin. Her wiha rûniştina ku tê payîn li dar keve wekî ‘biryareke rast’ hesiband. Her wiha destnîşan kir ku heke rûniştin li bajarê Sirtê pêk bê dê nêzî 80 parlamanter beşdarê bibin.

(cx)