Li Heleb û Şehbayê ji bo 8'ê Adarê meşên bi meşeleyan

Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê meşek bi meşaleyan li dar xist. Yekitiyê da zanîn ku ew ê îsal bikin sala têkoşîna ji bo azadiya jinan û herêmên dagirkirî.

Li Heleb û Şehbayê ji bo 8'ê Adarê meşên bi meşeleyan
Li Heleb û Şehbayê ji bo 8'ê Adarê meşên bi meşeleyan
Li Heleb û Şehbayê ji bo 8'ê Adarê meşên bi meşeleyan
Li Heleb û Şehbayê ji bo 8'ê Adarê meşên bi meşeleyan
Li Heleb û Şehbayê ji bo 8'ê Adarê meşên bi meşeleyan
Li Heleb û Şehbayê ji bo 8'ê Adarê meşên bi meşeleyan
1 adar, 2021   19:03
ŞEHBA

Bi hatina Roja Jinan a Cîhanê Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê meşek bi meşaleyan li dar xist, bi sedan şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê beşdar bûn. Jinên ciwan wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên "serkeftina jina azad 8’ê Adarê dixemlîne" û alên Yekitiya Jinên Ciwan hildan.

Meş ji qada navçeya Ehresê tevî hildana meşale û diruşmên "Jin jiyan azadî, bê serok jiyan nabe" dest pê kir.

/ar/uploads/files/2021/03/01/173904_amynh-hj-abdw-5b1600x12005d.webp

Meş li tevahî kolanên Ehresê heta bi Goristana Şehîdan a li navçeyê gerî, li wir deqeyeke rêz hate girtin û dûvre endama Yekitiya Jinên Ciwan Emîne Hec Ebdo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Jin di dîrokê de tên armanckirin û berxwedana jinan ji kevn de hîna jî berdewam e, di prostestoya ku jinan li kargeha tekstîlê ya 1857’an de ji ber rewşa dermirovî ya şikandina vîna jinan, tacîdar bû.

Jinan gelek pêngav di têkoşîna xwe de avêtine û gelek qurbanî daye, em îro jî bi armanca berdewama vê berxwedana leheng û tevgera azadiyê, li van sembolên ji jinên têkoşer ku di rêya azadiya jinan de şehîd bûne, xwedî derdikevin.

Jin, îro li hember biserxistina du erkên bingehîn in, ya yekemîn, rizgarkirina jinan û ya duyemîn jî têkbirina rejîmên siyasî yên desthilat ku jin û civak kelepçe kiriye û yê ku tevahî van azar, êş, pergendebûn û berbelavbûnê pêk tîne.

Em Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê, Roja Jinan a Cîhanê pîroz dike û banga piştevahî û hevgirtinê tevahî jinên cîhanê û jinên ciwan dikin. Her wiha soz şopandina rêça sembol û şehîdên xwe heta rizgarkirina tevahî jinan û bihostek ji xaka dagirkirî, didin."

Meş bi diruşmên banga azadiya rêber Abdullah Ocalan û silavkirina berxwedana jina azad bi dawî bû.

HELEB

Girêdayî heman mijarê, Yekitiya Jinên Ciwan meşeke meşaleyê li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê bi beşdariya bi sedan şêniyên taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê û nûnerên ji saziyên sivîl, li dar xist.

Meşvan li pêş hola civînan a rojavayê taxa Şêxmeqsûdê, tevî hildanan meşaleyan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên Rojavayê Kurdistanê û pankartên "Şoreşa jinan, şoreşa azadiya me ye" kom bûn û dest bi meşê kir û li tevahî kolanên sereke gerîn.

Meş Çerxeriya Şehîd Destîna ya li beşa rojhilatê Şêxmeqsûdê rawestiya û deqeyeke rêz hate girtin. Endama Yekitiya Jinên Ciwan Perwîn Qehwe Roja Jinan a Cîhanê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û wiha got: "Em bi rûmet tevahî jinên ku di rêya azadiyê de tê koşiyane bi bîr tînin û dê 8’ê Adarê pîroz bike û salvegera hevrêyên xwe Hind û Sieda bi bîr bînin."

Perwîn Qehwe diyar kir ku dê îsal bibe sala têkoşînê ya ji bo azadiya.

Meş bi diruşmên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

(fr)

ANHA