Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bernameya çalakiyên xwe yên 8'ê Adarê eşkere kir

Meclisa Jinana  Partiya Sûriya Pêşerojê bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên xwe yên ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê eşkere kir.

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bernameya çalakiyên xwe yên 8'ê Adarê eşkere kir
1 adar, 2021   18:58
REQA

Endamên Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li ber avahiya partiyê ya nêzî Pira Reqa ya Kevin kom bûn û bi daxuyaniyekê pêngava çalakiyên xwe yên ji bo 8'ê Adarê ragihand.

Endama Meclisa Partiya Sûriya ya Pêşerojê Xaliya El-Kecwan daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Em 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li tevahî jinên cîhanê bi giştî û jinên Sûriyê bi taybet pîroz dikin. Bi vê wesîleyê em jinên pêşeng ên ku mohra xwe li dîroka têkoşîna azadiya jinan xistine şehîd Hevrîn xelef, Nadiya Xeşan û hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û jinên pêşeng ên ku li ser xeta wan dimeşin, silav dikin.

Di vê pêvajoya dîrokî de, bi rihê berxwedana jinan em pêşwaziya 8'ê Adarê dikin, berxwedana jinan rojekê jî ne hêsan bû, lê belê hîna jî li ser jinan hemû cûre tundî, bindestî û koletî ji aliyê zihniyeta desthilatdar a baviksalarî ya kapîtalîst ev tên meşandin, ku dixwazin îradeya jinan bişînin û hebûna wê tune bikin.

Roja 8'ê Adarê encamên grev û xwepêşandanên k jinan ên sala 1857'an e. Di vê dîrokî de jinan daxwaza rola xwe ya dîrokî û mafên xwe di hemû qadên jiyanê de kir ku heta roja me ya îro didome. Têkoşîn û berxwedana jinan di hemû qadan de berdewam e, da ku azadî, wekhevî û edalet pêk were û li hemberî hemû binpêkirinên li dijî wan, gotina wan bibe. Çirûska 8'ê Adarê veguherî serhildanên jinan, ku pê re têkoşîna xwe ya li hemberî her cûre tundî û bêparhiştin ragihandin.

Ked û berdêlên ku jinan dane û hîna jî didin ji bo afirandina jiyaneke azad e. Bi şoreşa jinan a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû û dê li tevahî Sûriyê belav bibe, ji cîhanê re bûye mînak, ji ber ku jinan di hemû qadan de gavên mezin avêtin.

Li herêmên dagirkirî yên wekî Efrîn, Gir Spî, Serêkaniyê û Idlibê berxwedana li hemberî dagirkeriya Tirk û zihniyeta baviksalarî yên li dijî jinan binpêkirinên dermirovî, tundî, kuştin, destdirêjî, revandin, bazirganiya bi mirovan, sûcên qirkirinê pêk tînin berdewam e. Tevî hemû astengî û keleman jin ji bo azadiya xwe û azadiya civaka xwe hîn tê dikoşe.

Em Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê di wê baweriyê de ne ku rêya tekane ya azadiyê têkoşîn e, em ê berxwedan û parastina destkeftiya bidomînin, bi rêya avakirina yekitiya jinan em hewl didin jinên li tevahî ceografiya Sûriyê bi rêxistin bikin û ji wan re bibin nûnertiyeke baş di prosesa siyasî ya çareserkirina aloziya Sûriyê de.

Li ser vê yekê em pêngava xwe ya pêşwazîkirina Roja Jinan a Cîhanê radighînin ku dê 1'ê Adarê heta 31'ê Adarê bidome.

Pêngava me wiha ye:

2-3 û 4'ê Adarê dê  civîn ji endamên Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê yên Hesekê, Qamişlo, Heleb, Efrîn û Şehbayê re werin lidarxistin, her wiha dê serdana birîndarên şer û jinên bitemen werin kirin û dar li Jinwar werin çandin.

5-6 û 7'ê Adarê dê panel li ser girîngiya Roja Jinan a Cîhanê û rola jinan di vê pêvajoyê de ji Meclisa Jinan a Idlibê, herêma Firatê, herêma navîn werin lidarxistin.

10-11 û 12'ê Adarê dê semîner û çalakiyên çandî li ser Roja Jinan a Cîhanê ji aliyê Meclisa Jinan a Minbicê, Tebqa, Reqa, Dêrazorê ve werin lidarxistin. Her wiha dê serdana şervanên jin ên li eniyên şer were kirin.

13'yê Adarê dê civînên girseyî li navçeyan werin lidarxistin. 14'ê Adarê dê meşek jinan li Reqayê were lidarxistin. Ji 15 heta 18'ê Adarê dê plan li ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrîn were lidarxistin. 19 û 20'ê Adarê dê civîn li ser rola jinan di aloziya Sûriyê de were lidarxistin. 21'ê Adarê dê çalakiyên Cejna Newrozê werin lidarxistin. 22 heta 27'ê Adarê dê komxebat li ser rola jinan di siyaset û aborî de werin lidarxistin. 30'ê Adarê dê çalakî bi komxebateke siyasî bi dawî bibe."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HeAW0xT5hEM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>