Dê karta xebata rojnamegeriya azad (Free Lancer) derkeve

Nivîsgeha Çapemeniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Nivîsgeha Saziya " The Levant " a London re amadekariyên derxistina karta xebata rojnamegeriya azad (Free Lancer) dike ku dê li gorî pîvanên xebata rojnamegeriyê be.

Dê karta xebata rojnamegeriya azad (Free Lancer) derkeve
1 adar, 2021   18:10
QAMIŞLO

Li nivîsgeha The Levant civînek bi beşdarbûna rojnamegerên li herêmê dixebitin, nûnerên ji saziyên çapemeniyê yên taybet hat lidarxistin.

Di civînê de mijarên wekî; dayîna pênaseyeke yekbûyî ji xebata rojnamegeriya azad re, peydakirina derferên guncaw ji bo serxistina xebatên rojnameberiyê li gorî mercên herêmê, her wiha dayîna pîvanên diyarker û zelal ji rojnamegeriyê re hatin nîqaşkirin. Li ser makanîzmeya pêşxistina xebata rojnamegeriya azad li herêmê, makanîzmeya danûstandina bi tevahî aliyên xebata azad re(rojnameger, wergervan, wênekêş û derhunerê fîlman) nîqaş hatin kirin.

Beşdaran nêrînên xwe li ser danasîna xebata rojnamgegeriya azad pêşkêş kir û piştrast kir ku her rojnamegerekî azad bi tu saziyekê ve ne girêdayî ye. Lê belê ev yek li gorî pîvnên pîşeyî yên xebata rojnamegeriyê ye.

Beşdaran behsa karta danasîna rojnamegerê azad û çawaniya dayînê kir û di vê der heqê de pirs kir ku gelo divê kart bêyî tu hevpeymanekê di navbera rojnameger û saziya ku tê de dixebite de hebe, bê dayîn. Ji ber li hin dewletan şert e ku hevpeymanek hebe, da ku kart rojnamegeriyê bê dayîn.

Mijara duyemîn ji rûniştina şêwirê, li ser danîna gelek pîvanên diyar ên xebata rojnamegeriya azad hat nîqaşkirin. Beşdaran diyar kir ku divê rojnamger û aliyên girêdayî wê li gorî qanûn ku hatine danîn û pîvanên pîşeyî yên rojnamegeriyê tev bigire û divê exlaqê vê pîşeyê li gel rojnameger hebe. Her wiha hate gotin hin rojnameger vê pîşeyê derfet digirin û tevahî qanûnan bin pê dikin.

Beşdaran berdewam kir ku di vê dema dawîn de li herêmên Rêveberiya Xweser çapemenî bi pêş ketiye, ew jî bi rêya dayîna agahî û hêsankirina tedbîrên guncaw ji bo xebata rojnamegeriyê.

Beşdaran gotin, pêwîst e rewşa civakî ya herêmê di ber çavan re were girtin, da ku pîvanên taybet jê re were danîn, tevî lêkolînkirina pîvanên cîhanê.

Li gorî pêşdeçûna xebata rojnamegeriya azad li herêmê, beşdaran diyarkirina temen pêşniyar kir ku divê ne kêmî 18 saliyê be, berê pisporiyeke partîkî ku ne kêmî 2 salan hebe û li gel wê jî divê perwerde werin zêdekirin.

Girêdayî mijarê, hevserokê Nivîsgeha Çapemeniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Amir Murad ji ANHA'yê re axivî û wiha got: "Rûniştina şêwirê ji bo girtina nêrînên hin rojnamegerên ku bi azad dixebitin, hate lidarxistin, da ku pîvan ji vê çînê re were danîn." Amir Murad da zanîn ku gelek pêşniyar hatin kirin.

Amir Murad wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ev rûniştin li ser daxwaza rojnamevanan hate lidarxistin da ku makanîzmeyekê ji xebatên wan re were dayîn. Dê ev xebat di çend rojên pêş de bi rêya giştînameyekê ji hêla nivîsgeha çapemeniyê ya rêxistinkirina xebata rojnamgeriya azad (Free Lancer) ronahiyekê bide, da ku bibe piştevanê xebata çapemeniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Nd_svrHCUIM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>