Li Helebê pêşangeha wêneyan a xwendekaran

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê pêşangeheke wêneyên xwendekaran organîze kir.

Li Helebê pêşangeha wêneyan a xwendekaran
1 adar, 2021   13:45
 HELEB

Pêşangeh li Dibistana Qehreman a li beşa rojhilatê Şêxmeqsûdê hate lidarxistin û bi dehan xwendekar û malbatên wan beşdar bûn.

Di pêşangehê de, 30 tabloyên ku ji aliyê xwendekarên dibistanên navîn û amadehiyê ve hatibûn xêzkirin û 10 nameyên ji bo rêber Abdullah Ocalan hatibûn nivîsandin, hatin pêşandan.

/ar/uploads/files/2021/03/01/123844_heleb-galeriya-agarifik-28329.webp

Di pêşangehê de, xwendekara bi navê Elîsar Şêxo ji ber serkeftina wê di nivîsandina nameyan bi zimanê kurdî de, hate xelatkirin. Piştre, xwendekaran stran gotin.

/ar/uploads/files/2021/03/01/123749_alysar-shykhw.webp

Elîsar Şêxo ji ANHA'yê re diyar kir ku ew hêvîdarin ku rêber Abdullah Ocalan ku bi saya wî îro fêrî zimanê dayikê dibin, ji zindanên dewleta Tirk rizgar bibe.

 /ar/uploads/files/2021/03/01/123825_fatmh-bs.webp

Mamoste Fatime Bes jî destnîşan kir ku piraniya xwendekaran ku beşdarî pêşangehê bûne, ji Efrînê ne û got xwendekaran bi rêya tabloyên xwe girêdana xwe bi axa re nîşan daye.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tABeSWViZ8Y" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>