‘Divê sûcên ku dewleta Tirk li dijî sivîlan li Efrînê pêk tîne, werin eşkerekirin’

Komîteya Zarokên Şehîdan a Herêma Efrînê bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo eşkerekirina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan li bajarê Efrînê yê dagirkirî, komîteyeke lêpirsînê ava bikin.

‘Divê sûcên ku dewleta Tirk li dijî sivîlan li Efrînê pêk tîne, werin eşkerekirin’
1 adar, 2021   13:54
ŞEHBA

Bi dehan zarokên şehîdan, endamên meclis û komînan li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê kom bûn û alên Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hildan.

Li goristanê, Komîteya Zarokên Şehîdan daxuyaniyek da û tê de dagirkirina Efrînê re şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bike da ku ji axa Sûriyê derkeve.

Daxuyanî ji hêla endamên komîteyê Elya Hesen û Mistefa Hemdo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de dagirkirina dewleta Tirk a dagirker ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şerên qirkirinê û guhetina demografiya herêmê û şaristaniya wê hat şermezarkirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka aloziya Sûriyê ve êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin û herêmên wê ji Cerablus bigire heta bigihêje Bab, Ezaz, Idlib, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

Di daxuyaniyê wiha hate gotin: “Ji destpêka dagirkirina herêmên me ve û heta niha, dewleta Tirk siyaseta qirkirin û înkarkirinê dimeşîne. Ew hovantirîn sûcan li dijî sivîlan û şêniyên resen pêk tîne nexasim jinan. Ji vê yekê dixwaze demografî û nasnameya Efrînê bigihuere û siyaseta tirkkirinê bimeşîne.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk êriş, topbaran û sûcan li dijî şêniyan didomîne, li herêmên dagirkirî li ber çavên civaka navneteweyî û Komkara Ereb, sivîlan direvîne, dest diavêje jin û zarokan û di girtîgehan de wan îşkence dike.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî hat kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku ji herêmê derkeve, êriş û topbarana hovane were rawestin û ji bo eşkerekirina rastiyan û serbestberdana rêber Abdullah Ocalan, komîteyeke lêpirsînê ava bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/g-59XxZSf2I" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>