Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 8`ê Adarê serdana saziyan dike

Bi nêzîkbûna 8`ê Adarê, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana hejmarek ji saziyên bajarê Qamişlo kir.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 8`ê Adarê serdana saziyan dike
1 adar, 2021   13:16
QAMIŞLO

Şandeya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Jiyan Hisên, Taz Başa, Necla Temo û Sîham Emoka pêk hat.

Şande serdana Navenda Testa Pêşwext a Penceşêra Sîng, Desteya Jin a Herêma Cizîr, Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo û Fedrasyona Birîndaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Di serdanê de, Roja 8`ê Adarê hat pîrozkirin. Her wiha Meclisa Jinan di serdana xwe de, diyarî pêkêşî saziyan kir.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhlatê Sûriyê, di rojên pêş de wê serdana saziyên din ên Qamişloyê bike.

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/64qb3oHBEBo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>