Melevan Resûl: Rakirina tecrîdê têrê nake, xwesteka me azadiya Rêbertî ye

Nivîskar Melevan Resûl diyar kir ku civaka navneteweyî hevkara tecrîda derqanûnî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e û got: " Banga rakirina tecrîda têrê nake, divê em banga azadiya wî bikin."

Melevan Resûl: Rakirina tecrîdê têrê nake, xwesteka me azadiya Rêbertî ye
1 adar, 2021   09:31
QAMIŞLO – ÎSAM EBDULLAH

Di 1999`an de bi komployeke navneteweyî ku gelek dewletên mezin di nav de bûn rêber Abdullah Ocalan dîl hate girtin. Di girtîgehê de ji mafên herî biçûk bê par maye, tecrîdeke giran li ser tê meşandin û derfet nadin malbat û parêzerên wî ku serdana wî bikin.

Tevî bertekên rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî, lê deweta Tirk tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan berdewam dike. Vê yekê hişt ku gelên herêmê ji fikirên wî yên ku tirsekê ji hêzên desthilatdar re çêdike, esas bigrin.

Di vê der barê de nivîskarê Kurd Melevan Resûl ji ANHA`yê re axivî û got: "Nabe ku em balê bidin dawîkirina tecîrdê, divê em banga azadiya rêbertî bikin."

Melevan Resûl got: "Cezayê ku li ser rêber Abdullah Ocalan hatiye birîn ne qanûn e, civaka navneteweyî şirîkêvê yekê ye, divê em banga azadiya rêbertî ji girtîgeha Îmraliyê bikin, ne ku tenê banga dawîkirina tecrîdê were kirin."

Resûl diyar kir ku civaka navneteweyî hevkarê têkbirina doza gelê Kurd e û wiha pê de çû: "Her wiha hevkarê tecrîda derqanûnî ye ku dewleta Tirk li ser rêber Abdullah Ocalan ê ku nûnertiya gelan dike, demeşîne. Dîroka dewleta ji mêj ve tê naskirin. Me dît ku çi bi serê Şeref Xan Bedlîsî, Bedirxan, Ubeydullah El-Nehrî, Elî Rîza û Seid Pîran kirin. Armanca wê tunekirina gelane,  ji ber wê jî tecîda li ser rêbertî xurt dike."

Resûl di axaftina xwe de behsa kampanyayên ji bo azadiya rêbertî kir ku li ser asta Rojhilata Navîn û Afrîkya Başûrê hatine destpêkirin û ev tişt got: "Kampanyayên ku ji aliyê rêxistinên hiqûqî li Afrîka Başûr ve û li ser astên parçeyên Kurdistan û cîhanê çêbûn têrê nake ku tecîrda li ser rêbertî bidawî bike, ev zêdetirî 20 salane rêbertî di girtîgeha dewleta Tirk a faşîst de ye."

Bi armanca bidawîkirina tecrîdê û pêkhatina azadiya rêber Abdullah Ocalan, Koma Xebatê ya Kurd a Afrîkaya Başûr (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayên Afrîkaya Başûr (COSATÛ) 11'ê Çileyê kampanya "Dema wê ye; Ji bo aştiyeke wekhev a li Tirkiyeyê azadî ji bo Abdullah Ocalan" dabû destpêkirin. 10 rêxistinên almanî tev li kampanyayê bûne.

Her wiha komeke ji rewşenbîrên Misir û ereban di 15`ê Sibata salvegera 22`yan a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan de dest bi înisyatîfa erebî ya bi armanca danasîna doza Ocalan û gelê wî kiribûn.

Rewşenbîrên Ereb ji girêdanên xwe yên mirovî ku divê têkoşerên ku ji bo azadiya gelan têdikoşin û ji bo wefedariya têkiliyên dîrokî di navbera gelê Kurd û Ereb de ev insyatîf ragihandin.

Melevan Resûl wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê çawa bê deng bin û li hêviya dewleta dagirker bin ku tecrîdê bi dawî bike? Zihniyeta dewleta Tirk a faşîst li ser dagirkirin, darvekirin û qirkirina gelan hatiye avakirin."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6R8ffvf4F_8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>