'Bêdengiya garantor nîşaneya hebûna peymanekê ye'

Şêniyên navçeya Til Temirê bêdengiya"garantor" Rûsyayê wekî nîşaneya peymaneke sêalî bi nav kir û bang li gelê herêmê kir ku li hemberî planên hêzên dijber hevgirtî bin.

'Bêdengiya garantor nîşaneya hebûna peymanekê ye'
1 adar, 2021   08:20
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Bi êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, hêzên Rûsyayê di 23`ê Cotmeha 2019`an wekî hêzeke garantor a agirbestê derbasî herêmê bû.

Peymana ku di navbera Rûsya û QSD`ê de  hatiye mohrkirin, bi naveroka belavkirina hêzên parastina sînor ên girêdayî hikumeta Şamê li seranserî sînor û eniyên şer bû.

Ji dema ku peyman hatiye mohrkirin ve, artêşa Tirk peymanê bin pê dike û bi çeteyên bi navê "Artêşa Nîştimanî ya Sûrî" re sivîlan dike armanc û sûcan pêk tîne. Li hemberî van sûcan "garantor" rûsî bê deng e û hikumeta Şamê jî bersivê nade.

Şêniyên navçeya Til Temirê yên ku rojane rastî êrişan tên, helwesta xwe ya di derbarê bêdengiya Rûsya de nîşan dan.

Şêniyê bi navê Umer Dêrikî got: "Ev sal û nîveke ango ji dema  dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, êrişên li ser herêmê didomin."

ꞌBÊDENGIYA GARANTOR BÛ SEDEM KU DAGIRKER ÊRIŞÊN XWE ZÊDETIR BIKE'

Umer Dêrikî diyar kir ku garantorê rûsî û hêzên hikumeta Şamê ji destpêka ku derbasî herêmê bûne bersiva êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nedane û ev yek li gotina xwe zêde kir: "Ji destpêka ku hêzên Rûsyayê û hêzên hikumeta Şamê li eniyên şer hatine belavkirin tu helwest li hemberî êrişên domdar ên li ser herêmê nedane, ji ber vê yekê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê asta êrişên xwe zêdetir kirine û hewl didin qada dagirkiriya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê fireh bikin."

Dêrikî da zanîn ku bêdengiya Rûsyayê ya li hemberî sûcên artêşa Tirk îsbat dike ku armanca hêzên Rûsyayê vegera hikumeta Şamê li herêmê ye yan jî rê bide artêşa Tirk ku êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Umer Dêrikî di berdewama axaftina xwe de got ew wekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû pêkhateyan divê hevgirtina xwe çêkin û li dijî planên dewletên dijberên herêmê li ber xwe bidin û sûcên dewleta Tirk yên li herêmê dagirkirî; Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi dawî bikin.

'DAGIRKER DIXWAZIN DAIŞ'Ê ZINDÎ BIKIN'

Dêrikî bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rexne kir û got: "Dagirker hewl didin rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst zindî bike û divê civaka navneteweyî erka xwe bi cih bîne û parastina herêmê bike."

Şêniyê bi navê Ridwan Xelef jî axivî û destnîşan kir ku hêzên Rûsyayê hewl dide ku rê li pêşiya artêşa Tirk veke ku li herêmê serweriya xwe berfireh bike, êrişên li ser Eyn Îsayê û bêdengiya hêzên Rûsyayê jî vê yekê piştrast dike.

Ridwan Xelef da zanîn ku hêzên Rûsyayê bi bêdengiya xwe ya ji êrişan re rewşeke nû li ser şêniyên herêmê ferz kir û zextê li Rêveberiya Xweser dike ku tawîzan jê re û ji hikumeta Şamê re bide."

PEYMANEKE SÊALÎ YE

Xelef got, bûyerên ku diqewimin nîşaneya hebûna peymaneke sêalî ya di navbera hêzên Rûsyayê, hikumeta Şamê û hêzên artêşa Tirk de ye, da ku berjewendiyên xwe li herêmê pêk bînin û zextê li Rêveberiya Xweser bikin da ku tawîzan bide.

Xelef di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku civaka navneteweyî rola Rûsya û hikumeta Şamê ya li herêmê baş dizane û her kes ji vê yekê razî ye, lê gelê herêmê rê nadin hêzên Rûsya, hêzên Şamê û artêşa Tirk a dagirker ku armancên xwe pêk bînin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wysYBQEs490" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>