Rojnameyên erebî: Şerê Îsraîl-Îranê derbasî qonaxeke nû dibe

Rojnameyên erebî di hejmara xwe ya îro de têkildarî rewşa Îran, Lubnan û Lîbyayê nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Şerê Îsraîl-Îranê derbasî qonaxeke nû dibe
1 adar, 2021   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERÊ ÎSRAÎL-ÎRANÊ DERBASÎ QONAXEKE NÛ DIBE

Rojnameya Şerq El-Ewsat behsa rageşiya di navbera Îsraîl û Îranê de kir û wiha nivîsî: “Duh rojnameya Kayhan a Îranê ku nêzî nivîsgeha Elî Xaminî ye,  eşkere kir ku ‘Eniya berxwedanê’ êrişa li dijî keştiya bazirganiyê ya Îsraîlê li kendava Umanê roja înê pêk aniye û wekî ‘Armanceke rewa’ bi nav kir. Her wiha diyar kir ku ew êriş wekî bersivdayîna êrişên domdar ên Îsraîlê li herêmê ye.”

Rojnameya “Kayhan” duh di manştêteke xwe de got: “Bersiva kiryarên xirab ên li Iraq û Sûriyê, li Yemen û Kendava Umanê hate dayîn.”

Rojnameya Îranê di bin sernava xwe ya sereke de wiha nivîsî: “Ji bo bersivdayîna êriş û sûcên Îsraîlê ku li herêmê ji beriya demekê ve bi awayekî eşkere tên kirin, Komên Berxwedanê keştiyeke Îsraîlê hedef girt.”

LI LUBNANÊ KIRÎZA ABORÎ

Rojnameya El-Beyan jî behsa ji nû ve rûdana xwepêşandanan a ji ber krîza aborî û mirovî ya li Lubnanê kir û wiha nivîsî: “Bi hezaran welatiyên Lubnanê li bakur rojhilatê Beyrûtê daketin qadan û piştgirî dan banga Metran Bişare Rayî ya lidarxistina kongreyeke navneteweyî bi sponseriya NY`yî ji bo çareserkirina aloziya Lubnanê. Lê belê kirina aloziya Lubnanê mijareke navneteweyî dê tenê wekî bangawazî nemîne.”

Xwepêşandanên li Lubnanê ji ber krîza siyasî ya mezin li welêt rû didin.

LIHEVKIRINA LI SER HIKUMETA NÛ YA LÎBYAYÊ KÊM DIBE

Rojnameya El-Ereb jî di hejmara xwe ya îro de behsa pêşketina bûyerên li Lîbyayê kir û diyar kir ku lihevkirina li ser hikumeta Lîbyayê ku vê dawiyê hatiye hilbijartin, kêm dibe û di nava parlamantoyê de ji bo erêkirina hikumetê nakokî hene.

Her wiha careke din doza bertîlên ku endamên diyaloga siyasî yên behşdarî hilbijartina hikumeta nû bûne standine, kete rojevê.

(cx)