Dewleta Tirk bi zanabûn ava çemê Firatê kêm dike

Dewleta Tirk a dagirker asta ava çemê Firatê ku derbasî Sûriyê dibe kêm kiriye, heger ev yek berdewam bike dê bibe sedema karesteke mezin. ANHA'yê bi wêne û dîmen rewşa dawî ya çem şopand.

Dewleta Tirk bi zanabûn ava çemê Firatê kêm dike
Dewleta Tirk bi zanabûn ava çemê Firatê kêm dike
Dewleta Tirk bi zanabûn ava çemê Firatê kêm dike
Dewleta Tirk bi zanabûn ava çemê Firatê kêm dike
Dewleta Tirk bi zanabûn ava çemê Firatê kêm dike
1 adar, 2021   07:24
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker dem dem rêjeya ava çemê Firatê kêm dike, heke rewş bi vê rengî dewam bike dibe ku karesateke mirovî û jîngehî rû bide.Li gorî Rêveberiya Bendava Tişrînê rêjeya ava ku diherike di çirkiyê de ji 500 metrekabik,  kêmtirî 200 metrekabî ye.  

Beriya niha aliyên peywendîdar ên Bendava Tişrînê diyar kiribûn ku heger dewleta Tirk a dagirker rêjeya avê bi vî rengî kêm bike, dibe  ku ava bendavê bisekine û destnîşan kiribû ku rojane av derdora 10 cm kêm dibe.

Li gorî raporan, ji dema ku dewleta Tirk asta ava çem di dawiya Çileya derbasbûyî de kêm kiriye, asta ava bendava Tişrînê 4 metre kêm kiriye.

Ajansa me rewşa dawî ya ava çemê Firatê ya berziwakirinê ve ye şopand. Her wiha li hin deverên mîna gundên Boraz û Qemleq bi 300 metere av bi şûnde çûye û heta hin gundên ku di bin avê de bûn, xuya bûn.

(eh)

ANHA