Li Çilaxa şehîdên mehên Çile û Sibatê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo ji bo bîranîna 19 şehîdên ku di mehên Çile û Sibatê li dem û cihên cuda şehîd bûne, merasîmek li dar xist.

Li Çilaxa şehîdên mehên Çile û Sibatê hatin bibîranîn
28 sibat, 2021   13:12
QAMIŞLO

Merasima bîranînê li hola Navenda Çand û Hunerê ya li navçeyê li dar ket. Cihê merasîmê bi wêneyên şehîdan û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hate xemilandin.

Di merasîmê de nasnameyên şehîdên ku mehên Çile û Sibatê de şehîd bûne, hatin xwendin.

Piştre hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk Enwer Mislim şehîd bi bîr anîn û got: "Bi saya wan em hene."

Mislim îşaret bi fedakariyên şehîdan di oxira rizgarkirina herêman ji çeteyên DAIŞ`ê de kir û got: "Ew şehîd bûn da ku em bi ewle bijîn."

Piştre sînevîzyonek li ser berxwedan û lehengiya şehîdan hate pêşandan û wêneyên şehîdan tevî nasnameyên wan radestî xizmên wan hatin kirin.

Navên şehîdan wiha ne: Emîn Umer (Emîn), Hesen Elî (Rûbar), Hemze El-Selmo (Dilşêr), Xalid Îbrahîm (Azad), Diyane Ehmed (Zelal), Şukrî Miho (Rizgar), Sebrî Tahir (Şoreş), Ebdû Temo (Ebdû), Elî Mihemed (Rûbar), Xaliye Yûsif (Helat), Qasim Yûnis (Qehreman), Mihemed Elawî (Hogir), Muzafer El-Salih (Demhat Bacar), Mualî Hesen (Hemze), Nezîr Silêman (Nezîr), Eymen El-Hemo (Serbest Girkê Legê), Xwînda El-Hisên (Zinarîn Xwînda), Elî El-Mubarek (Zagros Çilaxa), Mihemed El-Hasûd (Mazlûm Dogan).

Merasîm bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/c44aCLQ-HwU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>