​​​​​​​Li Tebqayê çalakiyên 8`ê Adarê dest pê kirin, li Til Hemîsê jî semîner

​​​​​​​Rêveberiya Jinan a Tebqayê dest bi çalakiyên 8`ê Adarê kir û Kongreya Star a navçeya Til Hemîsê ya girêdayî kantona Qamişlo semînerek orgenîze kir.

​​​​​​​Li Tebqayê çalakiyên 8`ê Adarê dest pê kirin, li Til Hemîsê jî semîner
​​​​​​​Li Tebqayê çalakiyên 8`ê Adarê dest pê kirin, li Til Hemîsê jî semîner
​​​​​​​Li Tebqayê çalakiyên 8`ê Adarê dest pê kirin, li Til Hemîsê jî semîner
​​​​​​​Li Tebqayê çalakiyên 8`ê Adarê dest pê kirin, li Til Hemîsê jî semîner
​​​​​​​Li Tebqayê çalakiyên 8`ê Adarê dest pê kirin, li Til Hemîsê jî semîner
​​​​​​​Li Tebqayê çalakiyên 8`ê Adarê dest pê kirin, li Til Hemîsê jî semîner
​​​​​​​Li Tebqayê çalakiyên 8`ê Adarê dest pê kirin, li Til Hemîsê jî semîner
​​​​​​​Li Tebqayê çalakiyên 8`ê Adarê dest pê kirin, li Til Hemîsê jî semîner
28 sibat, 2021   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Jinan a Tebqayê bi dirûşmeya "Bi rihê Hind û Seidayê em ê rêya têkoşînê berdewam bikin" dest bi çalakiyên 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kir.

Çalakî bi beşariya jinên ji herêma Tebqayê yên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, hêzên leşkerî, partiyên siyasî û meclisên sivîl bi xemilandina çerxerêya El-Elem a li bajêr dest pê kir. Li herêma Tebqayê li çerxerêyê sembola rêveberiya jinan hate bilindkirin, stûn bi alên YPJ`ê hatin xemilandin û pankartên bi nivîsên"Bi rihê 8`ê Adarê û bi rihê jinan em ê bi ser bikevin" daliqandin.

Tê payîn ku çalakiyên 8`ê Adarê bi belavkirina gulan li hemû saziyên civaka sivîl û vegirtina konekî koklorîk, rêxistinkirina meşan, serdana malbatên şehîdan û lidarxistina panelan berdewam bike û bi mihrîcaneke li ser asta herêma Firatê bi dawî bibe.

TIL HEMÎS

Kongreya Star li navçeya Til Hemîsê ji bo şêniyên bajarokê Til Ehmed a girêdayî navçeyê semînerek organize kir . Bi dehan şêniyên bajarok tev li semînerê bûn û tê de 8`ê Adarê û têkoşîna jinan hate pênasekirin.

Semîner bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre Endama Rêveber a Kongreya Star a kantona Qamişlo Îbtîsam Hisên axivî.

Îbtîsam diyar kir ku dijmin berî her tiştî jinên pêşeng dike armanc, ji wan rêhevala Hind, Seida û Hevrîn Xelef e. Îbtîsam da zanîn ku hedefgirtina jinan tê wateya armanckirina Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û derbekirina jiyana hevbeş a di navbera gelan de.

 

Îbtîsam Hisên bal kişand ser dîroka 8`ê Adarê û serhildana jinan a li kargeha bajarê New Yorkê ya Amerîkayê û got jinan banga bilindkirina mûçekên xwe û kêmkirina saetên kar kirin.

Îbtîsam Hisên di dawiya axaftina xwe de Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got, bi saya bilindkirina asta têkoşînê dê sala 2021`ê bibe sala têkoşîn û azadiyê be û sala bidawîkirina şer û qirkirina jinan be.

(eh)

ANHA