Panorama hefteyê: Tirkiyê çareserkirina aloziya Lîbyayê asteng dike

Rojnameyên erebî yên hefteya borî bal kişandin ser payamên Rûsya ji Şamê re, aloziya Lîbyayê û xwepêşdanên li Iraqê.

Panorama hefteyê: Tirkiyê çareserkirina aloziya Lîbyayê asteng dike
28 sibat, 2021   05:40
NAVENDA NÛÇEYAN

ÇIMA MOSKOV`Ê ALÎKARÎXWESTINA EL-ESED DI 2013`AN DE NIHA EŞKERE KIR?

Girêdayî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat behsa gotareke rojnameya Zaftra a rûsî kir ku gelek deng vedabû û gelek pirs bi xwe re derxistibûn holê. Ji ber ku rojnameyê cara yekîm  eşkere kir ku rêveberiya Sûriyê di 2013`an peyamek ji Moskovê re şandibû û tê de ji Rûsyayê xwestibû ku wê hilweşîneke muhtemel rizgar bike.

Rojnameyê têkildarî mijarê wiha got: "Pirsa girîng ku derket holê girêdayî makenîzmaya bersivdayîna Moskovê di wê demê de bû û çima piştî salan ji alîkarîxwestinê destwerdana leşkerî li Sûriyê kir (2015)?

Lê çima niha ew yek hate eşkerekirin? Gotar bi sernavekî balkêş bû "Gelo Şamê ber bi pêkanîna peymanên aştiyê bi Îsraîlê ve diçe ?''

 ‘ÇETE LI PÊŞIYA ÇARESERKIRINA ALOZIYA LÎBYAYÊ ASTENG IN’

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivîsî: “Nûnera navneteweyî ya demkî ji bo Lîbyayê Stephanie Williams piştrast kir ku nêzî 20 hezar ‘çete’ li Lîbyayê hene û destnîşan kir ku divê ji welêt derkevin. Ji ber ku welatiyên Lîbyayê hebûna hêzên biyanî red dikin.

Stephanie Williams ji rojnameya Şerq El-Ewsat re got: “Hikumeta Lîbyayê ku serokê hatiye erkdarkirin Ebulhemîd El-Debîbê duh koma wê pêşkêş kiribû, xwedî derfeteke mezin e ji bo ku hilbijartinan di 24`ê Kanûna bê de li dar bixe û nexşerêya di encama diyaloga Lîbyayê de derketiye, pêk bîne.” Stephanie her wiha destnîşan kir ku astengiya mezin li pêş hikumeta desthilata aliyan e.

Stephanie da zanîn ku yek ji faktorên girîng ên biserxistina diyaloga Lîbyayê, redkirina gelê Lîbyayê ji hebûna biyaniyan li welatê wan e. Stephanie Williams wiha got: “Li Lîbyayê di navbera 17 heta 20 hezar çete hene, ji wan 6 hezar çeteyên ji Sûriyê ne.”

 ‘LI IRAQÊ PEVÇÛNÊN LI SER HEV’

Rojnameya El-Beyan jî der darê kar û barên Iraqê de wiha nivîsî: “Li naverasta El-Nasiriyê, careke din di navbera xwepêşandêran û hêzên ewlekariyê de şer derket. Ew yek hemwextî hevdîtina hejmareke xwepêşandêran bi wezîrê karên hundir Osman El-Xanimî re pêk hat.

Şer li ser pira El-Nesir ku digihêje avahiya parêzgehê, pêk hat û li ser wê yekê hêzên ewlekariyê pir girt.

Di heman derbarê de, şandeyeke ewlekariyê ya bi serokatiyê Osman El-Xanimî û serokê saziya ewlehiya neteweyî Ebulxenî El-Esedî bi komeke xwepêşandêrên li Nasiriyê re civiyan da ku pêşketinên dawîn nîqaş bikin.

Li gorî çavkaniyan, serdan piştî ku 3 kes mirin û 60 kes birîndar bûn ku di nav de hêzên ewlekariyê jî hebûn, di şerên li parêzegehê de ku 3 roj e li ser hev dewam dikin, pêk hat.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku tevî qedexeya derketina derve ku hikumetê ferz kiriye û tedbîrên ewlekariyê yên li dijî belavbûna vîrusa koronayê jî, li parêzgehên Iraqê dem bi dem xwepêşandan rû didin.”