ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-02-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-02-2021
28 sibat, 2021   00:00

- Hiquqnas Heysem Bekir diyar kir ku dewleta Tirk bi qetilkirina dîlgirtiyên li Garê du sûcên dermirovî kiriye û gotin: "Malbatên dîlgirtiyan dikarin li dijî Erdogan gilînameyan pêşkêş bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Kobanê şehîdên meha Sibatê bi merasîmekê li goristana Şehîd Dicle bi bîr tînin, saet 05:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Çilaxa 19 şehîdên mehên Çile û Sibatê li hola navenda çandê bi bîr tîne, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Endamê Komîteya Erebî ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Recaî Feyid got birêz Abdullah Ocalan girtîgeh veguherandiya fikirek û felsefeyekê ku bindestên li ser rûyê vê erdê lê digerin da ku xwe ji zulmê xilas bikin. Her wiha piştrast kir ku azadiya Abdullah Ocalan daxwazeke erebî ye jî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya yekemîn a sala 2021'an, bi beşdarbûna tevahî deste û nivîsgehên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nivîsgeha Jinan a MSD'ê panelê li ser dîroka jinên Sûriyê û destkeftiyên şoreşa jinê li hola Efrîn a bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya 8'ê Adarê, Kongreya Star li Til Hemîs, Til Birak û Til Temirê semîner organize dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Rojnameyên erebî yên hefteya borî bal kişandin ser payamên Rûsya ji Şamê re, aloziya Lîbyayê û xwepêşdanên li Iraqê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Astengkirina vegera koçberan...Planeke ji bo dûrxistina êzidiyan ji xaka wan a dîrokî ye. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên bajarê Qamişlo diyar kirin ku ew ji biryara Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê ya diyarkirina kirêya xaniyan razî ne. Hevserokê Meclisa Rêveber Talet Yûnis jî got heke şênî bi rêveberiyê re bibin alîkar dê encamên wê ji bo civakî erênî be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA