ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-02-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-02-2021
27 sibat, 2021   00:00

-Şêniyên navçeya Til Hemîsê bi boneya salvegera 6'an a rizgarkirina navçeyê ji çeteyên DAIŞ'ê şahiyekî li dar dixin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo di salvegera 6'an a rizgarkirina navçeyê ji çeteyên DAIŞ'ê de gotin, bi saya YPG, YPJ'ê û Rêveberiya Xweser navçe ewle bûye û di her qadan de pêşketin çêbûye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parêzer Hamza Melkî diyar kir ku piştî îtirafên têkildarî Komkujiya Parîsê, divê dewletên Ewropayê ji bo ku berpirsên komkujiyê bên eşkerekirin, ji nû ve lêpirsînê vekin û got “Ev komkujî li dijî nûnerên siyasî yên Kurd êrişeke terorîstî ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid got: "Rûsya derfet dide dewleta Tirk a dagirker da ku êrişên xwe yên li Eyn Îsayê bidomîne, armanca wê ji vê yekê ew e ku zextê li  QSD'ê bike û berjewendiyên xwe yên siyasî û leşkerî pêk bîne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berpirsa Jinan a Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratî ya Sûrî Muna Xelef got civînên Astanayê ji bilî wêrankirin û koçberkirin tiştek ji gelê Sûriyê re neanî, ji ber ku tevahî çînên herêmê di nav xwe de nagire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, Kongreya Star li kampa Newroz a li Dêrikê semîner û şahiyekê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Zelûx Bekir got, dewletên zordest hesab ji fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan re dikin, ji ber ku fikirê wî dê planên dewletên kapîtalîst tune bike ku dixwazin li Rojhiata Navîn pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Mala Êzidiyan û endamê Meclisa Mala Êzidiyan bang li êzidiyan kirin ku xwe ji bo her êrişekê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve li ser Şengalê amade bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, rola malbatan di parastina civakê ji diyardeyên neyênî de pir girîng û sereke ye û piştrast kir ku ji bo têkbirina hişbirê divê hevgirtinek di navbera malbat û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de hebe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA