Di xwepêşandana li Zîqar a Iraqê de kuştî û birîndar hene

Di xwepêşandanên li parêzgeha Zîqar a Iraqê de yên der barê hilweşîna xizmeguzariyên giştî li herêmê de, 5 xwepêşandêr hatin  kuştin û 271 kes jî birîndar bûn, di nav de 147 ji endamên hêzên ewlehiyê ne.

Di xwepêşandana li Zîqar a Iraqê de kuştî û birîndar hene
26 sibat, 2021   20:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Mafên Mirovan a Iraqê daxuyand ku di xwepêşandana li parêzgeha Zîqar a 5 rojên borî de ya li ser nebaşiya xizmetguzariyên giştî li Nasiriyê,  5 xwepêşandêr hatin qetilkirin û 271 jî birîndar bûn, jê jî 147 endamên ji hêzên ewlehiyê ne.

Piştî kiryarên tundiyê yên li Nasiriyê ku hefteyekê dewam kir, 5 xwepêşandêr hatin qetilkirin, piraniya wan ciwan in û bi hedan jî birîndar in.

Li gorî raporên di 23’yê Sibatê de di xwepêşandanên li dijî nebaşiya xizmetguzariyên giştî li Nasiriyê paytexta Zîqar a başûrê Iraqê de, ciwanek bi guleyê hate qetilkirin.

Bi dehan xwepêşandêr li pêş navenda parêzgeha Zîqarê kom bûn û daxwaza istîfakirina berpirs Nazim El-Wailî kir.

Beriya ku hêzên ewlehiyê werin û gaza rondikrijê bi kar bînin, xwepêşandêran tekel şewitandin û avahiyê rêveberiyê dan ber keviran.

Di wê demê de, desthilatên Zîqarê qedexeya derketina derve ya tund li tevahî bajarên sereke  ên parêzgehê ferz kir, da ku kombûnên zêde qedexe bikin.

Tenê çend mal dikarin çend saetên kehrebeyê yên ku dewlet dabîn dike, wergirin, li aliyekî din jî şênî li ser nepaqijiya ava henefiyan bi gilî ne û wê jî hêrsek çêkir û xwepêşandan çêbûn.

Di dawiya 2019’an de, hêrseke giştî li ser nebaşiya xizmetguzarî, bêkarî û gendeliyê çêbû, bi wê re jî xwepêşandanên dijberî hikumetê li başûrê Iraqê û Bexdayê  hatin lidarxistin.

Nêzî 600 kes jê jî 10 endamên ewlehiyê bi encama kiryarên tundiyên yên girêdayî xwepêşandan de hatin qetilkirin.

(fr)