Di navbera aliyên lîbyayî de nakokî li ser belavkirina erkên serweriyê derket

Hate ragihandin ku li ser belavkirina erkên serweriyê di navbera her sê herêmên Lîbyayê de nakokî derket.

Di navbera aliyên lîbyayî de nakokî li ser belavkirina erkên serweriyê derket
26 sibat, 2021   18:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Al-Erebiye li ser zimanê çavkaniyên xwe ragihand ku li ser belavkirina erkên serweriyê di navbera aliyan de nakokî derket û piştrast kir ku wezaretên derve, hundirîn û aborî ji para rojavayê Lîbyayê bû û hikumet lêkolîn dike ku erka parastinê bide başûrê Lîbyayê, ew jî di encama nakokiya wan a li ser rojhilat û rojava de ye.

Ev yek di demeke ku serokê parlamentoya Lîbyayê ji serokê hikumetê xwest ku erk û wezaretan di navbera her sê herêmên Lîbyayê de bi adilane belav bike de, pêk hat.

Serokê hikumeta Lîbyayê, Abdulhemîd Debîbe îşev ragihand ku damezrandina hikumeta yekitiya nîştimanî ji parlamentoya Lîbyayê re pêşkêş kiriye.

El-Debîbe di civîna çapemeniyê ya li paytexta Lîbyayê Terblusê de wiha gotibû: "Ev pêngav ji bo rêzgirtina li hember dema nexşerêyê ya ku ji me re hatiye dayîn, pêk hat. Her wiha pîvanên ku welat di dema dawî de jiyan kiriye, derketina wê ji rewşa tundiyê û hîskirina gelek şêniyên Lîbyayê bi paşguhkirin û tunebûna nûnertiya wan daye ber çavên xwe, li rex wê jî pirsgirkên rewabûna siyasî, qanûnî û parçebûna saziyan jî daya ber çavên xwe."

Li aliyekî din jî di daxuyaniya hevbeş a koma xebata siyasî ya têkildarî Lîbyayê de wiha hate gotin: "Kom bang li parlamentoyê dike ku bi lez civîneke fermî li dar bixin, da ku li ser dayîna baweriyê ji hikumeta hatiye pêşniyarkirin re dengdayîn wer dayîn. Li aliyekî din jî kom pabendiya serokê meclisa serokatiyê Mihemed El-Menfî û serokwezîr El-Debîbe ya avakirina hikumeta yekitiya nîşitmanî ya giştî spas dike."

Di demeke berê de, gerînendeyê Rêveberiya Tewcîh El-Manewî ya Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Xalid El-Mehcûb piştrast kiribû ku ew fermandariya artêşê, ji bilî serokê ku bi demokrasî ji hêla gelê Lîbyayê ve were hilbijartin, radestî tu kesî nakin. Ew jî çer ku pêşketina çeteyên girêdayî dewleta Tirk li Lîbyayê heye.

(fr)