El-Debîbe diyarkirina hikumetê bi paş xist

Serokwezîrê Lîbyayê yê nû nekarî endamên hikumetê beriya dema dawîn diyar bike. Vê yekê li ser hêza hikumeta demkî ya ji bo yekkirina komên Lîbyayê, pirs bi xwe re derxistin holê.

El-Debîbe diyarkirina hikumetê bi paş xist
26 sibat, 2021   10:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Associated Press, dihat payîn ku serokwezîrê hatiye erkdarkirin Ebulhemîd El-Debîbe bi civîneke çapemeniyê li paytext Terablusê koma xwe ya hikumetê ragihîne û bişîne ji Meclisa Parlamenteran a Lîbyayê re da ku erê bike.

Destnîşankirina meclisa wezîran beşek ji nexşerêya demkî ye ku NY piştgiriyê dide wê û tê de tekeziyê bi pêkanîna hilbijartinan dike.

Ji destpêka 2015'an de, saziyên Lîbyayê di navbera du rêveberiyan de hatin dabeşkirin; yek li rojhilat û ya din li rojava ku komên ji mîlîsan û hikumetên biyanî destekê didin her yekê.

El-Debîbe li Tehranê ji rojnamevanan re got: "Em amade ne ku navên wezîran pêşkêş bikin, lê  divê em bi hev re der barê navên namzetan de bi baldarî nîqaş bikin."

(dx)