Rojnameyên erebî: Îsraîl gefan li Hizbullahê dixwe û dewleta Tirk li pêş çareseriya Lîbyayê asteng e

Rojnameyên erebî yên îro behsa rageşiya di navbera Îsraîl û hevalbendên Îranê de, aloziya Lubnanê û xwepêşandên Iraqê kir.

Rojnameyên erebî: Îsraîl gefan li Hizbullahê dixwe û dewleta Tirk li pêş çareseriya Lîbyayê asteng e
26 sibat, 2021   09:15
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ÎSRAÎL GEFAN LI HIZBULLAHÊ DIXWE’

Têkildarî rageşiya di navbera Îsraîl û Hizbullahê de rojanmeya El-Ereb wiha nivîsî: “Artêşa Îsraîlê gef li Hizbullaha Lubnanê xwar ku heke hejmara diyar a moşekên li gel xwe, ku hezar moşek e, derbas kir dê biryareke giran der heqê wê de bide.”

‘ÇETE LI PÊŞIYA ÇARESERKIRINA ALOZIYA LÎBYAYÊ ASTENG IN’

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivîsî: “Nûnera navneteweyî ya demkî ji bo Lîbyayê Stephanie Williams piştrast kir ku nêzî 20 hezar ‘çete’ li Lîbyayê hene û destnîşan kir ku divê ji welêt derkevin. Ji ber ku welatiyên Lîbyayê hebûna hêzên biyanî red dikin.

Stephanie Williams ji rojnameya Şerq El-Ewsat re got: “Hikumeta Lîbyayê ku serokê hatiye erkdarkirin Ebulhemîd El-Debîbê duh koma wê pêşkêş kiribû, xwedî derfeteke mezin e ji bo ku hilbijartinan di 24`ê Kanûna bê de li dar bixe û nexşerêya di encama diyaloga Lîbyayê de derketiye, pêk bîne.” Stephanie her wiha destnîşan kir ku astengiya mezin li pêş hikumeta desthilata aliyan e.

Stephanie da zanîn ku yek ji faktorên girîng ên biserxistina diyaloga Lîbyayê, redkirina gelê Lîbyayê ji hebûna biyaniyan li welatê wan e. Stephanie Williams wiha got: “Li Lîbyayê di navbera 17 heta 20 hezar çete hene, ji wan 6 hezar çeteyên ji Sûriyê ne.”

‘LI IRAQÊ PEVÇÛNÊN LI SER HEV’

Rojnameya El-Beyan jî der darê kar û barên Iraqê de wiha nivîsî: “Li naverasta El-Nasiriyê, careke din di navbera xwepêşandêran û hêzên ewlekariyê de şer derket. Ew yek hemwextî hevdîtina hejmareke xwepêşandêran bi wezîrê karên hundir Osman El-Xanimî re pêk hat.

Şer li ser pira El-Nesir ku digihêje avahiya parêzgehê, pêk hat û li ser wê yekê hêzên ewlekariyê pir girt.

Di heman derbarê de, şandeyeke ewlekariyê ya bi serokatiyê Osman El-Xanimî û serokê saziya ewlehiya neteweyî Ebulxenî El-Esedî bi komeke xwepêşandêrên li Nasiriyê re civiyan da ku pêşketinên dawîn nîqaş bikin.

Li gorî çavkaniyan, serdan piştî ku 3 kes mirin û 60 kes birîndar bûn ku di nav de hêzên ewlekariyê jî hebûn, di şerên li parêzegehê de ku 3 roj e li ser hev dewam dikin, pêk hat.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku tevî qedexeya derketina derve ku hikumetê ferz kiriye û tedbîrên ewlekariyê yên li dijî belavbûna vîrusa koronayê jî, li parêzgehên Iraqê dem bi dem xwepêşandan rû didin.”

(cx)