‘Parastina civakê ji madeyên hişbirê erka malbatê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn e’

Şêniyên kantona Cizîrê diyar kirin ku parastina civakê ji madeyên hişbirê erka malbat û Hêzên Ewlekariya Hundirîn e û gotin: "Belavkirina madeyên hişbirê cûreyekî şerê taybet e ku armanc jê jihevxistina civakî ye."

‘Parastina civakê ji madeyên hişbirê erka malbatê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn e’
26 sibat, 2021   03:01
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku di 22`yê Sibatê de di çarçoveya têkoşîna li dijî madeyên hişbir  weşandiye de, 109 kes  di nav de 17 jin ku ji hêla bazirganên hişbirê ve ji bo û belavkirina madeyên hişbirê dihatin bikaranîn hatin girtin.

Madeyên ku hatine desteserkirin; 77 kîlogram heşîş, 150 gram ji girîstala hişbirê, 45 kîlogram ji hîroînê, 171 hezar hebên hişbirê yên kiptagon, 16 qilêş û cebilxane, 13 demançe û cebilxaneyên wê û 22 tifing û cebilxaneyên wê hatin desteserkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, dê erka xwe ya têkoşîna li dijî hemû awayên sûcan berdewam dike û şerê li dijî vê diyardeyê wekî şerê li dijî terorê bi nav dike.

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê got bi hemû awayan herêmên wan dibin armanca şerê taybet, ku aliyên herêmê û navneteweyî di serî de dewleta Tirk dide meşandin.  Ev dewlet, bi taybet dewleta Tirk a dagirker hewl didin jiyana hevbeş a civaka herêmê derbe bikin, rêxistina civakî ji hev bixin, ligel wê jî şerê leşkerî, dorpêça siyasî û aborî li ser herêmê pêk tînin.

/kr/uploads/files/2021/02/25/203557_-2.webp

Miyeser Hemo yê ji navçeya Amûdê wiha got: "Di aloziyan de gelek aliyên neyênî derdikevin û  gelek diyardeyên xerîb di nava civakan de belav dibin, rewşa Sûriyê jî wisa ye û li herêmên me jî ev diyarde belav bûne, di serî de jî madeyên hişbirê li herêmê hatine belavkirin."

Hemo diyar kir ku destê hin aliyan di belavkirina vê diyardeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de heye û got: "Di serî de dewleta Tirk her tim hewl dide bi mîna van şer û bi rêya xwefiroşên di civakê de bi taybet çîna ciwan rêxistina me ya heyî armanc bikin."

/kr/uploads/files/2021/02/25/203617_-.webp

Şêniyê bi navê Cemîl Xelef Mûsa yê ji navçeya Dirbêsiyê got li herêmên wan şane hene ku bi zanebûn alozî û tevliheviyê derdixin, ewlehî û aramiya herêmê têk dibin.

Cemîl Xelef Mûsa destnîşan kir ku ev şane rasterast bi dijminê gelê Kurd anku dewleta Tirk ve girêdayî ye û wiha gotina xwe berdewam kir: "Dewleta Tirk bi hemû awayan hewl dide gelê Kurd têk bibe, nîşaneya vê yekê ew e ku dewleta Tirk bi rêya belavkirina madeyên hişbir şerê gelê Kurd dike, da ku civakê ji bo pêşeroj, armanc û berjewendiyên wê mijûl bike û wê ber bi gendeliyê ve bibe."

Di daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de tê xuyakirin ku hin kesên di beşa çêkirina dermanan de dixebitin, bêyî raçêtên tibî yên fermî hişbirê difiroşin da ku pereyan qezenc bikin, propogandeya van madeyan dikin û belavkirina wan jî hêsantir dikin.

Têkildarî girtina 17 kesên ku di beşa dermansaziyê û depoyên dermanan de dixebitin û ji aliylê Hêzên Ewlekriya Hundirîn ve hate girtin, bijîşk û dermanfiroşê bi navê Deham Şêxmûs axivî.

/kr/uploads/files/2021/02/25/203824_-.webp

Dr. Şêxmûs wiha got: "Têkildarî hin dermanên hişbir ku digihêje asta devjêberdan  gelek pîvan û qanûn hene ku bêyî raçêtan divê cureyên wiha neyên dayîn, lê kesên xwefiroş vî karî dikin."

Dr .Şêxmûs destnîşan kir ku hin derman bêyî raçêtên bijîşkan tên dayîn, bi taybet ên hişbirê jê jî hebên çalakbûn û hêdîbûnê. Lê ev yek li dijî qanûn û rêgezên pîşeya tenduristiya ye.

/kr/uploads/files/2021/02/25/203723_-.webp

Li gorî Hevserokê Yekitiya Dermanxaneyan a herêma Cizîrê Xalid Dawûd, Yekitiya Dermanxaneyan a herêma Cizîrê ji bo şopandina xebata dermansazan û dermanxaneyan xwedî makanîzme ye û ji bo sînordarkirina bazarganiya madeyên hişbir bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hevkar e.

Xalid Dawûd ev gotin li axaftina xwe zêde kir: "Dema rewşên awarte derdikevin em alîkariya hev dikin û çareseriyê jê re dibînin, çi di aliyê dayîna dermanên ji bo mirovahiyê de be, çi jî bi armanca bazirganiyê be."

Bi armanca têkoşîna li dijî vê diyardeyê û da ku di nava civakê de neyê belavkirin û civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê were parastin, malbatê bi girîngiya pêşxistina civakê kir û şopandina ciwanan kir.

/kr/uploads/files/2021/02/25/203752_-.webp

Qemer Zeman ê ji bajarê Qamişlo di vê derbarê de îşaret bi rola malbatan kir û got: "Hêzên Ewlekariyê bi tena xwe nikarin parastina vê civakê û parastina zarokên wê bikin, lê belê divê bav û dê jî zarokên xwe şîret bikin, ji ber ku bav û dê di parastina wan  de, xwedî roleke girîng in."

Qemer Zeman wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Divê mezinên malbatê zarokên xwe baş bişopînin, dûrî hevrêyên nedurist bikin û tevgerên wan ên li derveyî malê bişopînin. Ji ber di pêvajoya 15 heta 20 saliyê de merheleyeke hesas ji bo ciwanan e."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HPuEUCKp7uo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>