Mizgîn Ehmed: Êrişa li dijî HDP’ê, êrişa li dijî pergala demokratîk e

Mizgîn Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk tevahî partî û tevgerên ku xwedî li pergelên alternatîfê pergala  kapîtalîzma serdest derdikevin, dike hedef. Mizgîn Ehmed zêdebûna asta êrişên li dijî HDP`ê spart tirsa hêzên hegamon ji rûniştandina pergaleke demoraktîk.

Mizgîn Ehmed: Êrişa li dijî HDP’ê, êrişa li dijî pergala demokratîk e
26 sibat, 2021   01:47
NAVENDA NÛÇEYAN-MISTEFA ELO

Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mizgîn Ehmed êrişên dewleta Tirk ên li dijî HDP û partiyên din ên ku xwedî li pergala neteweya demokratîk derdikevin, nirxandin û got: “Raya giştî ya cîhanê li hemberî wan êrişan bê deng e. Ev bêdengî berdewama biryarên kongreyên Qahîra û Lozanê ye ku Kurd parçe kirin û doza wan bê çare hiştin.”

 ‘DEWLETA TIRK BEŞEK JI ŞERÊ CÎHANÊ YA SÊYEMÎN E’

Mizgîn Ehmed wiha domand: "Xuya ye ku dewleta Tirk a faşîst û hevalbendiya AKP- MHP`ê li ser tunekirina tevgera rizgariyê li hev kirine. Ji bo derxistina aloziyan gelek êriş li dijî her çar parçeyên Kurdistanê hene. Plana tesfiyekirinê ya li dijî tevgera rizgariyê di komploya navneteweyî de bi derketina rêber Abdullah Ocalan ji Rojhilata Navîn re, xuya bû. Dewleta Tirk ji bo parastina zihniyeta dewlet netewe ya dîktator û ji bo rê li pêşiya demokratiyê û nêrîna ramanê bigire bû beşek ji şerê cîhanê yê sêyemîn e."

Mizgîn Ehmed bal kişand ser pêşketina îdeolojiya antî dewlet netewe û got: "Di sedsala 21'an de berxwedana gelan û serhildana li dijî zihniyeta dewletîbûna dîktator ya herî li pêş bû. Ji ber ku zihniyeta dewletîbûnê dozên gelan çareser nakin. Pêdivî bi zihniyeta demokratîk ji gelan re heye. Rêber Ocalan ew proje bi Bihara Gelan bi nav kir. Ji ber ev sedsal, sedsala gelan e, lê pirsgirka dewlet netewe heye, heke ev pirsgirêk çareser nebe, dê tu pirsgirêk çareser nabin."

 ‘AKP'Ê BI DERKTINA PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK RE GIHAŞT DESTHILATÊ’

Endama Desteya Rêveber a PYD'ê Mizgîn Ehmed behsa armanca sereke ya AKP'ê li Tirkiyê kir û wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan di navbera salên 2000-2001'an de fikirê neteweya demokratîk ber bi pergala konfedrayala demokratîk ve bi pêş xist. Bi pêşketina vê sîstemê re AKP’ê hat ser desthilatdariyê. Ev yek bi awayekî plankirî, bi navê projeya îslama ya nerm bû. Hêzên navneteweyî bi armanca ku derbasî Rojhilata Navîn bibin destekeke mezin da AKP'ê bi taybetî Recep Tayyîp Erdogan. Armanc ew e ku li Tirkiyê bi rêya xistina desthilatiyê di destê kesekî de tevahî şêweyên demokrasiyê têk bibin. Ev yek zemînek ji bo xebatên mezintir ên çewisandinê amade kir. Mînak saziyên demokratîk, ragihandina azad û akademîsyan rastî çewisandinê hatin.”

Girêdayî heman mijarê Mizgîn Ehmed wiha berdewam kir: “Para herî mezin a vê çewisandinê ya tevgera kurdî bû. Heke em hinekî paşde vegerin, em dikarin hejmara partiyên kurdî yên ku hatine girtin bijmêrin. Lê kurdan li hemberî vê yekê sekinîn û partî ava kirin. Di dawiyê de avakirina HDP`ê hat ragihandin. Ev partî ne tenê nûnertiya kurdan dike, lê belê ji bo tevahiya pêkhate û gelên li Tirkiyê projeyeke demokratîk e. Guhertina destûra bingehîn, betalkirina rola parlamentoyê û xistina çarenûsa nêzî 80 mîlyon mirovî di destê kesekî de, ji aliyê gelên Tirkiyê çi Kurd an jî Ermen an jî Çeçen an jî tirkên demokratîk ve nayê qebûlkirin. Hinek faşîstên mîna AKP û MHP`ê vê zihniyetê qebûl dikin."

 ‘HDP’Ê HÊVIYA GELÊN TIRKIYÊ A RIZGAHIYA JI FAŞÎZMÊ YE’

Endama Desteya Rêveber a PYD`ê Mizgîn Ehmed nirxên ku HDP`ê temsîl dike bi bîr xistin û got: “Tenê HDP`ê hewl dide gelê Tirk ji vî rewşî rizgar bike. Gelê Tirk xilasiyê di HDP`ê de dibîne. Dewleta Tirk vê yekê weke gefekê dibîne û bê ser û ber êrişî partiyê dike. Di van salên dawî de ji bo tirsandina şêniyan û ji bo ku wan ji partiyê bi dûr bixe, zêdetirî 10 hezar girtin. Mijar ne kes in lê belê mijar proje ye. HDP’ê partiyeke nû ye, aktîf û bi bandor e û rihekî nû temsîl dike, nûnertiya tevahiya pêkhateyan dike. Ji ber wê çiqas êriş li dijî partiyê zêde bibin jî ew qas jî piştevanî jê re tê kirin. "

‘DI ÊRIŞA DEWLETA TIRK A LI DIJÎ NIRXÊN DEMOKRATÎK JIN ARMANCA YEKEMÎN E’

Mizgîn Ehmed diyar kir ku ji ber ku jin vê projeyê temsîl dikin, îşkence li wan tê kirin, tên tecawizkirin û girtin û ev yek lê zêde kir: "Ev yek li pêşiya raya giştî ya cîhanê pêk tê. Dewleta Tirk hewl dide raya giştî ya cîhanê îqna bike ku terorek li dijî wê heye. Ji ber ku dewleta Tirk gelek derewan dike, êdî ji derewên xwe bawer dike. Lê di rastiyê de tu teror tune ye. Tenê ditrise desthilatê ji dest bide.”

 ‘HER KU DEWLETA TIRK BI BIN DIKEVE ÊRIŞÎ HDP`Ê DIKE’

Mizgîn Ehmed êrişa li dijî HDP`ê bi binketina dewleta Tirk li Garê ve girê da û wiha axivî: "Ji beriya salekê ve dewleta Tirk nîqaş dike ku HDP`ê bigire. Lê piştî êrişa li ser Garê kaxezên fermî ji dadgehê re hatin pêşkêşkirin da ku partiyê bigirin, lê encamên xwe ne li Garê, ne li Heftanîn û ne jî li Zapê pêk anîn û nikarîbûn êrişî Rojava û Şengalê jî bikin. Her carê êrişî HDP`ê dikin. Dewleta Tirk dixwaze her tim partiyê weke terorîst tawanbar bike."

 ‘DESTEKDAYÎNA NAVNETEWEYÎ JI DEWLETA TIRK RE DI ŞERÊ WÊ LI DIJÎ KURD Û DEMOKRATIYETÊ DE’

Mizgîn Ehmed di axaftina xwe de behsa destekdayîna navneteweyî ji AKP`ê re û rola wê di Rojhilata Navîn de kir û got:  "Hin dewlet alîkariya dewleta Tirk dikin. Sûc li dijî jinan tên kirin, rojnamevan û akademisyan têne girtin û ev yek li pêşiya raya giştî pêk tê."

Mizgîn Ehmed piştrast kir ku rola ku dane AKP`ê û Erdogan ew e ku tevliheviyê li Rojhilata Navîn bi derxe.

Mizgîn Ehmed got, pêşniyara ku guhertin di vê rêyê de di demeke nêz de çêbibe bi dûr xist û wiha domand: "Dibe ku hin guhertin di pêvajoya heyî de çêbibin, lê ev yek pir lawaz e. Ji ber ku dewleta Trik endamekî stratejîk ê NATO`yê ye û di dawiyê de dewlet dê li ser hesabê desthilatê destekê nedin armancên gelan."

Her wiha Mizgîn Ehmed behsa girêdanên siyasetên dewleta Tirk bi siyasetên hêzên desthilat ên li Rojhilata Navîn ve kir û wiha berdewam kir: "Em nikarin tişta ku li dewleta Tirk diqewime ji derveyî siyasetên ku dewletên desthilatdar li Rojhilata Navîn pêk tînin, binirxînin. Ji ber ku Tevgera Rizgariyê siyaseta wan asteng dike û ew jî aktora sereke di demokratiyetê de ye û parastina nirxên herêmê dike û wê vedijîne, lew ra her tim li dijî êriş têne kirin."

 ‘KOMKUJIYÊN DESTPÊKÊ BI AVAKIRINA DEWLETA TIRK A NÛ RE DIDOME’

Mizgîn Ehmed di axaftina de behsa bingehên ku komara Tirkiyê ya nû li ser hatiye avakirin  kir û wiha pê de çû: "Rejîma dewleta Tirk li ser tunekirina gelan bi taybet gelê Kurd hatiye avakirin. Di sedsala 20`an de komkujî li dijî ermenan pêk anî û heta roja îro jî dewleta Tirk kurdan tune dike. Hemû hewldanên rizgarkirinê li her deverê bin pê kirin. Di vê sedsalê de Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji gelên bindest sosyalîzma demokratîk re bû îlham. Di sedsala derbasbûyî de sîsyolojiya zanistî hilweşiya û hêviyên partiyên ku ev şêwaz bikar dianî, hilweşiyan."

SÎSTEMEKE ALTARNATÎF JI MODERNÎTEYA KATÎPLAÎST RE

Mizgîn Ehmed  got dewleta Trik hemû tevgerên rizgariyê dike hedef û wiha axivî: "Tevgera rizgariyê xwe di nava guhertin û veguhertinan de vejand. Bi rêya guhertina pradîgemaya bi rêya sîsyolojiya demokratîk hemû gel li derdora wê kom bûn. Ji ber wê rih da tevgerê û hemû pêkhate û gelan. Vê yekê dewletên desthilatdar, tirsand."

Mizgîn Ehmed ev yek li gotina xwe zêde kir: "Tevgera Rizgariyê ji tevgerekê veguherî sîstemek li şûna modernîteya kapîtalîstê. Serketina vê projeyê li kîjan parçeyê Kurdistanê, tê wateya bandora wê li ser parçeyên din. Li Rojava PYD`ê bi şoreşa Rojava re, sîstema neteweya demokratîk pêk anî. Partiyên din tu projeyên wan tune ne. Weke mînak Îtîlafa Sûrî ya opozîsyonê idîa dike ku ew şerê rejîmê dike, tevî ku 10 sal derbas bûn lê tu projeyên wî tune ne. Dixwazin li şûna Beşar Esed bi heman zihniyetê xwe bi cih bikin û tu girîngiyê nadin pêkanîna edalet û demokrasiyê."

Mizgîn Ehmed got, dewleta Tirk ji serketina projeyê li Rojavayê Kurdistanê ditirse û ditirse ku pêngavên weke wê li Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê jî were avêtin, ji ber wê jî êrişî Bakur û Rojavayê Kurdistanê dike, partiyên din jî li Rojava ne dewleta Tirk, ne jî hikumeta Şamê tu hesab neda wan, rast e hejmarek ji wan hatine girtin, lê hevkariya wan bi dewletê re heye. Li aliyekî din jî dewleta Tirk û hikumeta Şamê yekser li dijî PYD’ê bûn hevkar, da ku nefesê li demokrasiyê qut bikin.

Mizgîn Ehmed got armanc ne tenê PYD`ê ye, armanac tunekirina doza kurdî û derxistina kurdan ji xeleka bandora nexşerêya Rojhilata Navîn e.

 ‘ZIHNIYETA KU DI KONGREYÊN LOZAN Û QAHÎRA DE DERKET, BERDEWAM E’

Endama Desteya Rêveber a PYD`ê Mizgîn Ehmed biryarên navneteweyî yên li dijî kurdan bi bîr xistin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Kongreyê Qahîra û zihniyeta faşîst derxist holê û heta niha jî didome û tu guhertin di vî aliyî de çênebûne, ne yên ku di Qahîra de biryar dan, ne jî yên di Lozanê de dan. Bi vî awayî hemû berxwedanên kurdî hatin têkbirin. Rêber Abdullah Ocalan dibêje ji sala 1924 – 1925`an ve qirkirina çandî li dijî kurdan tê kirin, lê bi derketina tevgera rizgariyê re ne tenê li herêmekê, lê belê li hemû parçeyên Kurdistanê weke derbeyeke xurt li dijî wê zihniyetê re bû, ne hêzên Lozanê û ne jî yên Qahîrayê vê yekê qebûl dikin. Ji ber ew xwe dispêrên parçebûn, lê tevgera rizgariyê gelê Rojhilata Navîn li Iraq, Tirkiyê, Sûriyê û Îran diparêze û ji ber wê jî êrişî tevgera rizgariyê dikin.

(şx-bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/L9wlBbfWxsM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>