Kêmbûna ava Firatê bendava Tişrînê dixe xeteriyê

Dewleta Tirk a dagirker bi şêwazê birîna avê şerê gelê Sûriyê dike. Dewleta Tirk dem bi dem avê li ser bajarê Hesekê qut dike û rêjeya herikîna ava çemê Firatê yê ku derbasî Sûriyê dibe jî kêm dike. Ev jî dibe sedem ku bendava Tişrînê bi xeteriyê re rû bi rû bimîne.

Kêmbûna ava Firatê bendava Tişrînê dixe xeteriyê
25 sibat, 2021   08:08
MINBIC – EHMED QERAÇA – SELWA ABDUREHMAN

Dewleta Tirk ji 27`ê Kanûna 2020`an ve bi zanabûn rêjeya ava çemê Firatê, kêm dike. kêmbûna rêjeya avê li bendava Tişrînê diyar dibe.

Ev yek li lîsteya sûcan a dewleta Tirk a li dijî gelê Sûriyê zêde dibe. Dewleta Tirk a dagirker hemwextî gef û êrişên xwe yên domdar li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina sivîlan ji bo valakirina herêmê û qutkirina wê ji erdnîgariya bakurê Sûriyê vî sûcî pêk tîne.

MIQDARÊN KÊMBÛNA AVÊ Û BINPÊKIRINA LIHEVKIRINA DI DERBARÊ PARVEKIRINA AVÊ DE

Dosyaya ava çemê Firatê mijara nakokiyê di navbera Sûriyê û dewleta Tirk de ye. Lê di çarçoveya qanûnî de lihevkirineke di 1987`an de hate erêkirin ku divê rojane 500 metrekab ji avê di 1 xuledekê(saniyekê) de ji Sûriyê re were dayîn (2 hezar û 500 bermîl), her wiha wê Iraq jî ji sedî 60 ji ava ku ber bi Sûriyê ve diherike, bigire.

Lê ava ku niha Sûriyê digire kêmtirî 200 metrekab û kêmî miqdara ku li ser hatiye lihevkirin e.

Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk vê lihevkirinê bin pê dike û miqdarê ava ber bi Sûriyê ve diherike kêm dike. Piştî rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji DAIŞ`ê bi taybet di 2017`an de vê yekê bi awayekî sîstematîk dike.

Dewleta Tirk cara dawî ku bi awayekî zanebûn rêjeya avê kêm kir di havîna 2020`an de bû. Rêjeya avherikînê di her xulekekê de daket kêmtirî 200 metrekab.

KÊMBÛNEKE MEZIN A RÛBARA ÇEM

Bandorên neyênî yên kêmkirina rêjeya herikîna çemê Firatê bi lez xuya bûn. Rûberên mezin ên ku av lê hebûn niha ziwa bûne. Xaniyên ku di bin avê de bûn êdî xuya dibin.

Berpirsên bendava Tişrînê ku yek ji bendên ku kehrebeyê dide herêmê gotin, ava golê nêzî 4 metreyan ji rêjeya sereke kêmtir bûye û ev miqdar bi tirs e û rastiya sûcên dewleta Tirk eşkere dike.

BANDORÊN NEYÊNÎ

Kêmkirina dewleta Tirk ji ava çemê Firatê re bi awayekî neyênî bandorê dike. Ji beşên ku herî zêde zirar ji vê mijarê dîtiye beşa kehrebeyê ye.

Ji ber wê saetên wergirtina kehrebeyê ji bendavan kêm bûn. Vê yekê bi xwe re dayîna kehrebeyê ji herêmê re kêm kir.

Her wiha bandor li aliyê çandiniyê jî kir. Ji ber ku bi hezaran hîktar zeviyên çandiniyê yên li dora çemê Firatê bi ava çem tên avdan nexasim ku îsal baran kêm bû û di vê dawiyê de pêwîstî bi avdana zeviyên avî gelekî heye.

Qutkirina kehrebeyê jî bandorê li gelek cureyên pîşeyan dike, dibe ku ji ber wê rawestin û pê re rêjeya bêkariyê jî derkeve.

Her wiha bandorê li masîvaniyê jî dike. Kêmbûna avê dihêle ku masîvan zehmetiyan di berdewamkirina pîşeya xwe de bibînin.

BANDORÊN LI BINESAZIYA BENDAVAN Û METIRSIYÊN RAWESTINA WÊ

Berpirsên xebitandina bendava Tişrîn dibêjin miqdara ava heyî têra pêxistina turbînekê tenê dike. Her wiha berê miqdara avê baş bû, derdora 3-4 turbînan li gorî hewceya toreyê dixebitîn.

Her wiha ger rêjeya avê bi vî rengî bidome bendav dê rastî du pirsgirêkan were; ya yekê zêdetirî 2 turbîn nayên xebitandin. Ya din, her turbînek 150 mêga kehrebe dide heke rêjeya avê 325 metrekab e. Niha û li gorî rêjeya avê, karîna herî mezin a her turbînekê 70 mêge ye.

Berpirsên xebitandina bendavê piştrast kir ku kêmbûna avê dê bandor li avahiya bendavê, hilberîna turbînê û plansaziya xebitandina turbînê bike.

Berpirsan diyar kir ku bi vê rêjeyê, bendav dê rastî pirsgirêk û astengiyan were û ger miqdara avê wiha bimînê bendav herî kêm di hefteyekê yan jî 10 rojan de dê raweste.

Ev yek jî tê wateyê ku gelek herêmên berfireh li Kobanê, Minbic û herêmên nêzî bendava Tişrînê dê ji kehrebayê bê par bimînin.

RÊVEBERIYA BENDAVA TIŞRÎN LI SER VÊ YEKÊ ÇI DIBÊJE?

Endamê rêveber ê Rêveberiya bendava Tişrînê Mihemed El-Hemadîn ji ANHA'yê re der barê vê mijarê de wiha got: "Em hewl didin ku kehrebe wisa bibmîne, lê kêmbûna herikîna avê hişt ku rêjeya avê bi awayekî mezin kêm bibe.”

Mihemed El-Hemadîn lê zêde kir ku berê dema ku herikîna avê û asta wê baş bû turbîn 24 seatan dixebitîn û wiha domand: “Lê niha me dest bi qonaxa kêmkirina saetên dayîna kehrebeyê kiriye, her wiha kehrebe seat 12:00`an êvarî tê û saet 6:00'an berbangê sibê qut dibe.”

El-Hemadîn destnîşan kir ku di vê dawiyê de herikîna avê gelek kêm bûye, ji ber wê saet di 12:00`an êvarê de tê û saet 4:00`an sibehê qut dibe.

Berpirsekî Bendava Tişrînê anî ziman ku asta avê rojane 5 heta 10 cm kêm dibe û heke bigihêje derdora 70 cm dê bendav raweste.

Heman berpirsî eşkere kir ku kêmbûna avê bandor li bedena bendavê, çandinî û ava vexwerinê dike. Her wiha El-Hemadîn da xuyakirin ku ew di vî warî de ji ber ku hinek hilmijên avdanê û yên ava vexwarinê ji ber kêmbûna rêjeya avê, rawestîne.

Mihemed El-Hemadîn di dawiya axaftina xwe de banga pêkanîna lihevkirinan kir, ji ber ku jêderên avê mijareke mirovahî ye, niştecihên herêmê jê kehrebeyê, avê peyda dikin. Her wiha destnîşan kir ku divê rêxistinên mirovî û civaka navneteweyî mudaxele bikin ku ewlehiya avê weke berê bibe.

(bx-dm)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/qdNR9TTjNvg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>