Hikumeta Lîbyayê ya nû dê pêşkêşî parlamentoyê were kirin

Dezgehên çapemeniyê yên Lîbyayê ragihand ku koma wezîrên hikumeta Yekitiya Nîştimanî (El-Wehde El-Weteniye) dê ji meclisa Tebriqê re were pêşkêşkirin.

Hikumeta Lîbyayê ya nû dê pêşkêşî parlamentoyê were kirin
25 sibat, 2021   08:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ji televîzyona Lîbyayê El-Ehrar re eşkere kir ku koma wezîrên hikumeta Yekitiya Nîştimanî dê îro ji bo serokatiya meclisa parlamenteran a Tebriqê were pêşkêşkirin.

Ev yek piştî ku şandeya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ji bo destekdayîna Lîbyayê eşkere kir ku nûnerê taybet ê sekreterê giştî Jan Kubisch bi serokwezîrê Lîbyayê Abdulhemîd El-Debîbe re axivî û avakirina hikumetê û civîna meclisa parlamenteran a li pêş nîqaş kir, pêk hat.

 (bx)

ANHA