'New York Times hewl dide dagirkirina Tirkiyê ya li ser Efrînê rewa bike'`

Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, Îbrahîm Şêxo got: “Rojnameya New York Times bi dewletaTirk re hevkar e û dixwaze rewabûnê bide dagirkirina wê ya li ser Efrînê. Bi wê re eşkere dibe ku dewleta Tirk wijdana wê rojnameyê û rojnameya Spanyayê kiriye.

'New York Times hewl dide dagirkirina Tirkiyê ya li ser Efrînê rewa bike'`
25 sibat, 2021   07:13
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Rojnameya New York Times di 18`ê Sibatê de raporeke girêdayî bajarê Efrînê ji dema dagirkirina di Adara 2018`an de ya ji hêla dewleta Tirk a dagirker û vir ve, weşand. Di rapora xwe de, sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û dagirkirina bajarê Efrînê rewa kirin. Rojnameyê bi çekdarên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û şêniyên ku li şûna gelê Efrînê yê resen bi cih bûne, hevdîtin çêkirin û şêniyên resen bi terorê wesifandin.

Bajarê Efrînê beriya êrişa dewleta Tirk a dagirker a di 20`ê Çileya 2018`an de ewle bû. Lê piştî êrişê, bi hezaran koçberên ku xwe spartibûn bajêr careke din koçber bûn.

Bi dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê ya ji bajêr re, dagirkeran hewl da demgorafiyê wê biguherin û ji bo wê şêniyên Xûta û herêmên din ên Sûriyê tê de bi cih kirin.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, revandin, dest avêtin jinan, milkên wan talan kirin, darên zeytûnê qut kirin û şewitandin û cihên dîrokî wêran kirin û dizîn.

Têkildarî vê mijarê, berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê parêzer Îbrahîm Şêxo ji ANHA`yê re axivî û piştrast kir ku rojnameya amerîkî New Times, bi rapora xwe dagirkirina dewleta Tirk a li ser Efrînê bi bihaneya tunekirina terorê rewa kir û bi wê re îşaretê bi şêniyên Efrînê dike ku terorîst in.

Şêxo wiha domand: “Rojnameyê bi rêya hevdîtinên bi rayedarên ewlehiyê yên Tirk ên li Efrînê re ku wan jî got teqîn ji aliyê hêzên Kurd ve pêk hatine, rewabûnê dide dagirkera Tirk.”

HÊZÊN KURD JI ŞÊNIYÊN EFRÎNÊ NE LÊ DEWLETA TIRK DAGIRKER E

Şêxo wiha pirsî: “Heke hêzên kurdî li Efrînê teqînan pêk tînin, gelo hêzên kurdî li Bab, Cerablus û Idlibê hene? Li herêmên di bin dagirkirina dewleta Tirk de rojane teqîn pêk tên hene.”

Şêxo wiha berdewam kir: “Rojnameya New York li ser rewşa şêniyên ne resen ên li Efrînê bi cih bûne xemgîn bû, lê şêniyên resen ên Efrînê yên Kurd, Ereb û pêkhateyên din li ku ne?

Şêxo diyar kir ku rojanameyê daye zanîn ku şêniyên Efrînê yên resen bi şervaan re koçber bûn. Ev yek jî li dijî şêniyan qirkirineke dîtir e. Ji ber şervan ji şêniyên Efrînê ne û dewleta Tirk êrişî wan kir û xaka wan dagir kir.

NEW YORK TIMES RASTIYAN BEROVAJÎ DIKE

Şêxo di berdewama gotinên xwe de ev yek xuya kir: “Ev yek îsbat dike ku rojname bi dewleta Tirk re hevkar e. Dewletên ku rê dane dewleta Tirk ku Efrînê dagir bike, di pêkanîna sûcan li dijî şêniyên wê yên resen de şirîkên dewleta Tirk in.”

Şêxo rojnameya amerîkî bi kirêkirî wesifand û axivî ku ew rojname tirkî ye, ne amerîkî ye. Ji ber exlaqê rojnameyê nahêle tiştên li ser erdê rû didin berovajî werin eşkerekirin.

Şêxo wiha berdewam kir: “Heke nivîsên wê rast bin, gelo bûyerên li Efrînê rû didin, dîmenên ku têne belavkirin çi ne? Me gelek sûcên ku li dijî Efrînê pêk hatine, belge kirin!. Heke dewleta Tirk di ya xwe de durist be bila bihêle komîteyên navneteweyî ya şopandina rastiyan derbasî Efrînê bibe û bila bihêle çapemeniya azad jî derbasî Efrînê bibe."

DEWLETA TIRK A DAGIRKER BI RÊYA BERTÎLÊ SÛCÊN XWE VEDIŞÊRE

Şêxo piştrast kir ku dewleta Tirk aliyên alîgirên xwe mîna rojnameya New York Times û rojnameya Spanyayê di vê dawiyê de derbasî Efrînê kirin, da ku nûnertiya rola îtîlafê ya li ser avakirina komîteya bersivdana zulmetiyê bike.

Şêxo bal kişand ser rapora Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî û Komseriya Bilind a Mafên Mirovan û Rêxistina Efû ya Navneteweyî û got: “Li gorî raporên wan rêxistinan, dewleta Tirk sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiya li bajarê Efrînê pêk anîne.”

Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk bertîlan dide wan rojnameyan, da ku sûcên xwe veşêre. Mîna ku çawa bertîl daye Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî da ku bikaranîna artêşa Tirk a dagirker ji çekên kîmyawî re di êrişên li dijî Serêkaniyê de veşêre. Şêxo da xuyakirin êdî bawerî bi wan rêxistinan nayê.

Şêxo bang li civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî yên têkildar kir ku sûcên li Efrînê pêk tên ji nêz ve bişopînin.

Her wiha Şêxo bang kir ku rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk û şandina rêxistinên têkildar ji Efrînê re bigirin. Divê ew rêxistin yekalî bin da ku sûcên li Efrînê pêk tên belge bikin.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, sala 2021`an 13 sivîl hatin qetilkirin, di nav de 2 jin hene. Her wiha 112 sivîl hatin revandin di nav de 13 jin hene.

(şx)

ANHA