Bendên kontrolê yên hêzên hikumeta Şamê ji welatiyan re bûne kabûs

Dema ku mirov di ser bendên kontrolê yên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker re derbas dibe, ger bi telefonekê biaxive destpêkê rastî gotinên xirab û bersivdayîna bi şêwazê xirab tê. Her wiha dibe ku wêneyek di telefonê de bibe sedem ku mirov were girtin û bi mehan rastî îşkenceyê were.

Bendên kontrolê yên hêzên hikumeta Şamê ji welatiyan re bûne kabûs
25 sibat, 2021   00:37
KOBANÊ

Rewşa gelê Sûriyê li gelek herêmên hundirê Sûriyê ne baş e. Ji derveyî hilweşandin, alozî û bêkariyê, gelê Sûriyê rastî dan û standina xirab tê û nexasim herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê û herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve û çeteyên wê ve hatine dagirkirin.

Kesên ku di bendên kontrolê yên li herêmên dagirkirî re derbas bûne, wiha dibêjin: "Tiştekî pir bi tirs e ku welatî di bendên kontrolê yên girêdayî çeteyên dewleta Tirk re derbas bibin. Kesên ku wan bendan bi rê ve dibin, kesên nezan in, tişta ku fam dikin tenê dizî, talankirina kesan e û wan bi derewan tawanbar dikin."

Bendên kontrolê yên li bajarê Cerablusê û bendên li ser deriyên sînorê di navbera Tirkiyê û herêmên Sûriyê yên dagirkirî de, ji zêdetirîn bendên ku çete di wan de pereyan digirin, pereyan ji kesên derbas dibin distînin, tiştan ji wan bi darê zorê distînin û gefan li wan dixin ku bi tawanên derew wan bigirin.

JI BER KU KURD BÛ HATE GIRTIN

Kawa Bozo yek ji wan kesan e ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatiye girtinû got dema ji Tirkiyê hat, di bajarê Cerablusê re derbas bû da ku berê xwe bide bajarê xwe Kobanê. Çeteyan ew girt, ji ber ku ew Kurd bû, laptopa wî jê stand û bi tawana ku ew ê berê xwe bide nava QSD`ê û tev li Rêveberiya Xweser bibe.

Li gorî Kawa Bozo ku dema çeteyan ew girt, jê re got wêneyên sembolên kurdî li gel te hene, hevalên te li ser Facebookê Kurdên ku li derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn, hene. Bozo 6 mehan di girtîgehan de rastî îşkenceyê hat û tawana wî tenê kurdbûna wî bû.

Ji bo ku mirov ji bajarekî Sûriyê berê xwe bide yekî din, pêwîstya wî bi gelek tiştan heye wek ku mirov derbasî werşeya kar bibe. Ev alav jî pere û ajokarekî ku hevalê serbazê artêş û ewlehiya di artêşa hikûmeta Şamê de be.

Serbaz û endamên hikumeta Şamê jî hovîtiya li ser bendên kontrolê didomînin. Gotinên xirab ji kesên derbas dibin re dibêjin, pereyan jê distînin û gelek sûcên din li dijî wan pêk tînin.

Emin El-Dewle (ewlekariya hikumeta Şamê) yekem benda kontrolê ye dema ku welatî berê xwe didin herêmên di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de. Paşê bi çend kîlometreyan bendeke kontrolê ya bi navê Cewî tê (Hewayî) tê de belgeyên welatiyan (fîşên ewlehiyê) eşkere dike û paşê bendeke kontrolê ya Firqeya 4`an ku hemû pêwîstiyên welatiyan bi hinceta kontrolê li hev dixe û bi navê gumrikê pereyan ji wan distîne.

Piştî wan jî bendeke din û bendên artêşê tên. Di wan de jî pereyan distînin û gotinên xirab ji welatiyan re dibêjin.

Heman senaryoya bendan dubare dibe heta ku mirov bigihêje rêya Minbic-Helebê û Tebqayê ku zêdetirî 30 bendên kontrolê lê hene û tê de şêwazên xirab li dijî welatiyan têne bikaranîn.

Welatiyekî ku ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe diyar bike, diyar kir ku ew bi awayekî sîstematîk diçe Helebê, ji ber ku li wir bazirganiyê dike, lê bendên kontrolê tu girîngiyê nadin ku çek yan jî tu tiştî qedexekirî bi wî re hene, ji ber ku ew pereyan dide wan.

Welatî wiha domand: "Hêzên hikumetê gotinên xirab ji kesên ku berê xwe ji herêmên şer didin herêmên din ên Sûriyê, dibêjin."

Tişta ku endamên hikumeta Şamê dikin, ne tiştekî balkêş e. Ji ber hikumeta Şamê ku bi dehan salan kesan di leşkertiyê de dihêle û çavên xwe ji kirinên xirab li dijî welatiyan digire da ku endamên xwe razî bike. Lê yên ku zirarê dibînin jî welatî ne.

(bx)

ANHA