Diyalogên PYNK û ENKS`ê di nava hewldanên serxistin û binxistinê de ne

Hewldanên gihaştina encamên baş ji diyalogên di navbera PYNK û ENKS`ê de didomin. Li gorî siyasetmedaran, divê ENKS'ê helwesta xwe ji doza kurdî diyar bike û ji bo berjewendiyên gelê Kurd bixebite.

Diyalogên PYNK û ENKS`ê di nava hewldanên serxistin û binxistinê de ne
24 sibat, 2021   07:28
KOBANÊ

Çavên gelê Kurd ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dema destpêkirina gera 3`yemîn a diyalogên di navbera PYNK û ENKS de ye.Tê payîn ku di vê gerê de çawaniya beşdarbûna ENKS`ê di Rêveberiya Xweser de û dosyaya leşkerî werin nîqaşkirin.

Di demeke berê de çavkaniyan ji ANHA`yê re gotibû zehmete gera 3`yemîn a diyalogan di vê mehê de dest pê bike, nemaze piştî ku ENKS`ê beşdar nebû. Gelek kes dibêjin ku ENKS'ê diyalogan asteng dike.

Li gorî ku hatibû plankirin, diviyabû ku gera sêyemîn di destpêka meha Sibatê de dest pê kiriba, lê ev yek pêk nehat.

DERNEGXISTIN Û BEHANEYÊN JI BO TÊKBIRINA ÎNSIYATÎFÊ

Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (PDKS) Gulistan Etî di vê derbarê de wiha got: "Piştî ku gelek pêngav ji bo yekitiya kurdî hatin derbaskirin, ENKS`ê vê yekê paşguh dike û ji ber wê jî divê hemû partiyên siyasî bi awayekî baştir nêzî hev bibin da ku pêngavên ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya kurdî bi ser bikeve."

Gulistan Etî di axaftina xwe de destnîşan kir ku însiyatîf û pêngavên ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya kurdî xizmeta berjewendî û mafên gelê Kurd dike, ji wan rizgarkirina herêmên dagirkirî û parastina destkeftiyên şoreşa 19`ê Tîrmehê ya ku bi saya têkoşîna şehîdan hatiye bidestxistin.

 ‘DIVÊ HELWESTA ENKS`Ê CIDÎ BE‘

Gulistan Etî îşart pê kir ku divê girîngiyê bidin berjewendiyên ku xizmeta doza kurdî dike û wiha domand: "Divê ENKS`ê ji doza kurdî û yekitiya kurdî xwedî helwesteke cidî be û li gorî berjewendiyên gelê kurd û mafên wan tevbigere. Her wiha biryarên xwe bi xwe bidin bêyî ku aliyên derve destwerdana biryarên wan bikin û hincetên derew ji bo binketina van pêngavan nebînin."

Di dawiya 2019`an de bi însiyatîfa Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî û bi serpereştiya Amerîkayê diyalogên di navbera PYNK’ê û ENKS’ê dest pê kirin. Gera duyemîn di Mijdara 2020`an de sekinî ji berk u DYA bi hilbijartinên serokatiyê ve mijûl bûn.

PYNK’ê û ENKS’ê di 16`ê Hezîranê de gihaşt lihevkirineke destpêkê û li benda bidawîkirina tevahî dosyayên ku her du alî tê de bi nakok bûn.

Li gorî çavdêran, derengmayîna erêkirina van diyalogan zerarê dide berjewendiya kurdî û ev yek ji ber geşedanên hesas ku herêm tê re derbas dibe û gefên li dijî kurdan.

'JI BER ŞETÊN PIR ZEHMET HEWLDANÊN PÊKANÎNA YEKITIYÊ ASTENG DIBIN'

Her wiha endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çepgir a Kurd li Sûrî Esmet Îbrahîm ev mijar wiha nirxand: "Hewldanên yekitiya neteweyî ya kurdî ji ber danîna şertên pir zehmet tên astengkirin, sedema vê yekê destwerdanên derve ye."

Îbrahîm destnîşan kir ku divê navend û rêveberên ENKS`ê zextê li rêveberên li derve bikin da ku li pey tişta ku sûdê bide doza kurdî, gelê kurd, yekitiya niştîmanî û armancên wê, bimeşe.

Lihevkirina Dihokê ya 2014`an a der barê rêveberî û şirîkatiya di rêveberî û parastinê de bingehê berdewamkirina diyalog û lihevkirinên di navbera her du aliyên kurdî de ye da ku bighêjin lihevkirineke giştî.

Di civîna ku bi navê lihevkirina Dihokê hate naskirin de, ji ber li bajarê Dihokê hate lidarxistin, lihevkirin di navbera her du aliyan de pêk hat ku lêvgereke siyasî kurdî were avakirin. Li gorî wê divê rêjeya TEV-DEM’ê ji sedî 40 be, ya ENKS’ê jî ji sedî 40 be û ya partî û hêzên dîtir ên ne ji her du aliyan, divê ji sedî 20 be.

 (bx)

ANHA