Şêniyên Şedadê xwestin operasyonên li dijî çeteyan werin berdewamkirin

Şêniyên navçeya Şedadê operasyonên QSD’ê û hêzên ewlekariyên yên li dijî şaneyên veşartî silav kirin û xwestin ev operasyon berdewam bikin heta şaneyên çeteyan bi temamî tune bikin.

Şêniyên Şedadê xwestin operasyonên li dijî çeteyan werin berdewamkirin
24 sibat, 2021   07:26
HESEKÊ – BASIM EL-DEXÎL

Şaneyên çeteyên DAIŞ`ê di 22`yê Çileya 2021`an de Hevseroka Meclisa Bajarokê Til El-Şayir Seida El-Hermas û cîgira wê Hind El-Xidêr qetil kirin. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi beşdarbûna YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo tolhildana her du şehîdan operasyoneke berfireh da destpêkirin.

Di operasyonê de berpirsekî qetilkirina her du jinên têkoşer hate girtin.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Ayat Îbrahîm got: "Piştî ku QSD`ê ragihand ku şaneya terorîst a ku Seida û Hind şehîd xistine, girtin rehetiyek li herêmê çêbûye."

Ayat Îbrahîm spasiya hemû hêzên ewlehiyê li ser şopandina şaneyan û bicihbûna ewlehiya li herêmê, kir. Her wiha banga berdewamkirina operasyonên leşkerî kir heta ku tevahî şaneyên terorîst ên ku tevlîheviyê li herêmên başûrê Hesekê û tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdikin, tune bikin.

Şêniyê bi navê Salih El-Elî jî spasya hêzên ku di operasyona tolhildana du şehîdan de cih digirin, kir û got: "Tevahî cîhanê lixwemukurhatinên şaneyê di tevna civakî de dîtin."

Salih El-Elî destnîşan kir ku armanca şaneyan ew e ku îradeya gel têk bibin, tevlihevî û tirsê di nava gel de derxin, her wiha got bersiva QSD`ê ji wan re bi lez hat.

Salih El-Elî diyar kir ku hejmarek ji şaneyan bi rêya gefxwarinan, şêniyan ditirsînin û wiha domand: "Em bang li hêzên ewlehiyê dikin ku hemleyên leşkerî ku cihên hebûna şaneyan dikin hedef, zêde bikin."

Di demeke berê de ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Sayil El-Zobe ji ANHA`yê re axivîbû û diyar kiribû ku hemleyên wan dê berdewam bin û planeke wan a leşkerî ji bo şopandina şaneyan li her deverê heye.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/NTf89OWXY2c" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>