Rêveberiya kampa Girê Spî daxwaza berfirehkirina qonaxa sêyemîn a kampê kir

Rêveberiya kampa koçberên Girê Spî bang li aliyên peywendîdar kir ku lez bidin xebatên qonaxa sêyemîn a berfirehkirina kampê. Rêveberiyê got bi rojan e ew malbatan pêşwazî dikin û zehmetiyan dikişînin.

Rêveberiya kampa Girê Spî daxwaza berfirehkirina qonaxa sêyemîn a kampê kir
24 sibat, 2021   08:31
EYN ÎSA

Bi destpêka Cotmeha derbasbûyî re rêveberiya kampê dest bi qonaxa sêyemîn a berfirehkirina kampê kir, da ku 600 malbatên koçber ên ji kantona Girê Spî pêşwazî bike.

Şêniyên Girê Spî di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên 9’ê Cotmeha 2019’an li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de koçber bûn.

Kampa koçberên Girê Spî di 22`yê Mijdara 2019’an de li nêzî gundê Til Seman ê bakurê bajarê Reqayê hate avakirin. Di qonaxên yekemîn û duyemîn de 725 malbatan anku 3 hezar û 530 koçber li kampê hatin bicihkirin.

Piştî 5 meh ji destpêkirina berfirehkirina beşê sêyemîn ê kampê ku rêveberiya kampê bi rêxistinan re dest bi berfirehkirinê kir, lê rêxistinan tiştên ku jê dihatin xwestin, pêk neanîn û di encamê de ji eslê 23 beşan tenê 10 beş çêkirin.

Rêveberiya kampê neçar ma ku li gel hin rêxistinên ku li herêmê kar dikin, peymanan îmze bike da ku di berdewamkirina berfirehkirina kampê de bi wan re alîkariyê bikin.

Ji ber malbatên koçber rojane berê xwe didin kampê, rêveberiya kampê zehmetiyan dikişînin. Koçber ji ber kirêyên biha yên malan û bihabûna li Reqa û Tebqayê berê xwe didin kampê.

/ar/uploads/files/2021/02/24/075242_idarh-mkhym-kry-sby-ttalb-balisraa-biamal-altwsah-althalthh-23-2-2021-e280ab28129e280ac-e280abe280ac.webp

Têkildarî vê mijarê hevserokê rêveberiya kampê Mihemed El-Şêx got: "Piştî gelek bangên ji rêxistin û aliyên pêywendîdar re ku bi me re ji bo temamkirina xebatên berfirehkirina qonaxa sêyemîn a pêşwazîkirina malbatên koçber bibin alîkar, tenê Rêxistina Mirsî Kor soz da ku bi me re yekser dest bi xebatên li 13 beşên mayî di nîvê Adarê de bikin."

Rêveberiya kampê neçar ma ku derdora 50 malbatên koçber ên ji kantona Girê Spî pêşwazî bike û wan bi malbatên din re bi cih kir heta ku karên berfirehkirina qonaxa sêyemîn bi dawî bike.

Hevserokê rêveberiya kampê di dawiya axaftina xwe de bang li aliyên peywendîdar û rêxistinên mirovî kir ku zû karên berfirehkirina qonaxa sêyemîn bi dawî bikin, da ku pêşwaziya malbatên koçber bike.

Li gorî planê, diviyabû di mehekê de xebata berfirehkirina beşa sêyemîn ê kampê bi dawî bibe. Lê xebata berfirehkirinê ji beriya du mehan ve hatiye rawestandin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/p53tSxyUDSM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>