Gelo ENKS’ê ji bo yekitiya kurdî çi kiriye?

Her çiqasî ENKS’ê banga welatparêzî û kurdiyatiyê dike û dirûşmên li ser Kurdan û doza kurdî berz dike jî, lê belê kiryarên ENKS’ê yên ji dema damezirandina wê ve û heta niha rastiya wê eşkere kir.

Gelo ENKS’ê ji bo yekitiya kurdî çi kiriye?
24 sibat, 2021   07:04
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Tevî berdewamkirina hewldanên yekitiya Kurdî û bendewariya gelê Kurd ji yekitiyê re, lê hin alî hene her tim hewl didin hewldanên pêkanîna yekitiyê bi bin bixin yan jî yekitiyekê li gorî dagirkeran ava bikin.

Di vê dosyayê de em ê hewldanên yekitiya kurdî ku ji dema krîza Sûriyê ya 2011’an de û heta niha tê re derbas bûye, bibîr bixin.

YEKEMÎN ÎNSIYATÎF

Bi destpêka krîza Sûriyê re, yekemîn lihevkirin di navbera partiyên siyasî yên Kurd li Sûriyê de di belgeyekê bin navê "însiyatîfa Partiyên Tevgera Nîştimanî ya Kurdî" hat avakirin. Tê de nêrîna partiyan ji bo însiyatîfa çareseriyê di civîneke girseyî ya 14’ê Gulana 2011’an de hate ragihandin.

Naveroka belgenameyê wiha bû; Divê rêgez û zimanekî diyalogê ya nîştimanî ya giştî di navbera aliyên siyasî yên nîştimanî û çînên çandî yên bi diyaloga siyasî bawer in, pêk were. Tevahî girtiyên xwedî nêrînên azad û girtiyên siyasî werin berdan, xwestkên siyasî yên taybet wekî rêdana aliyên siyasî û partiyên ku nûnertiya çînên civakê dikin ku çalakiyên xwe yên demokratî bi awayekî eşkere berdewam bikin heta derketina qanûnekê ji bo partiyan. Betalkirina hemû siyasetên nîjadperestiyê, merasîm û biryarnameyên veşartî yên li dijî gelê Kurd dihatin meşandin. Lezandina dayîna nasnameyan ji bo kesên jê hatine mehrumkirin. Qedkirina kesên bê nasname di belgeyên fermî de wekî welatiyên Sûriyê. Girîngîdayîna herêmên Kurdan û bidawîkirina paşguhkirina wan herêman. Pêkanîna wekheviyê li hemû herêman. Daxwaze lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya giştî bêyî serweriya tu aliyan.

Di 6’ê Hezîrana 2011’an de hin partiyên Kurd ragihand ku serokê Sûriyê ji bo diyalogê bang li hin partiyên Kurd kiriye. Serokê Sûriyê bang li van partiyan kir; Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê, Partiya Demokratî Kurdî li Sûriyê/baskê Abdullhekîm Beşar, Partiya Yekitî ya Kurdî li Sûriyê, Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê, Partiya Demokratî Kurdî li Sûriyê/baskê Nesreedîn Îbrahîm, Partiya Nîştimanî ya Demokratî ya Kurd li Sûriyê, Partiya Wekhevî ya Demokratî ya Kurd li Sûriyê, Partiya Yekitiya Demokratî ya Kurd li Sûriyê, Partiya Demokratîk ya Kurdî ya Sûrî, Partiya Demokratîk ya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê û Şepêla Pêşerojê.

Banga Beşar Esed nakokiyek di nava partiyên Kurdî de çêkir, bi wê re Komîteya Koordînator a Kurdî di 7’ê Hezîranê de bi rêya daxuyaniyekê ev bang red kir. Lê belê partiyên di komîteyê de ev diyalog weke destpêkekê red nekir. Di komîteyê de ev partî hebûn; Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê, Şepêla Pêşerojê ya Kurd li Sûriyê û Partiya Yekitî ya Kurdî li Sûriyê.

DAMEZIRANDIN Û PARÇEBÛN

Ji nava pêşdeçûnên bilez ên li Sûriyê, ENKS’ê di 26’ê Cotmeha 2011’an de li Hewlêrê bi sponseriya serokê herêma Başûrê Kurdistanê yê wê demê Mesûd Barzanî hat avakirin. Piştî avakirina ENKS’ê, di destpêkê de 11 partî bûn. Bi wê re çavdêr destnîşan dikin ku avakirina ENKS’ê ji bo têkbirina "Însiyatîfa Partiyên Tevgera Nîştimanî ya Kurdî" ku li ser xaka welat hatiye damezrandin bû.

Di Gulana 2012’an 5 partiyên dîtir tev li ENKS’ê bûn û piştre ENKS’ê qels bû û gihaşt rewşa xwe ya niha ku tê de tenê 5 partiyên bi awayekî aktîf in hene û PDK’ê wan kontrol dike.

Ji Gulana 2012’an de 16 partiyên kurdî di nava ENKS`ê de hebûn û ew jî wiha ne:

-Partiya Çep a Kurd li Sûriyê/Mihemed Mûsa.

-Partiya Çep a Demokratî Kurdî Ii Sûriyê/Salih Gedo.

-Partiya Demokratî Kurd li Sûriyê/Cemal Şêx Baqî.

Piştî Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Cizîrê di 21’ê Çileya 2014’an de hate damezrandin, ew her sê partî ji ENKS’ê qut bûn.

-Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê/Mihyedîn Şêx Alî.

-Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El-Partî)/ Nesreedîn Îbrahîm.

-Partiya Rêkeftin a Demokratîk a Kurd li Sûriyê/Fewzî Şengalî.

Ev her sê partiyên naborî piştî peymana Dihokê ya di 2014’an ji ENKS’ê hatin qutkirin, ji ber wan, di lîsteya wê ya avakirina lêvegereke siyasî de ya ku li ser li hev kiriye deng neda bernamzetê ENKS’ê ye.

-Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El-Partî) Abdulhekîm Beşar.

-Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê/baskê Xêredîn Murad.

-Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê/baskê Mistefa Oso.

-Partiya Yekitî ya Kurdistanî li Sûriyê/ ya bi serokatiya Abdulbasit Hemo bû.

Ev her çar partî di 3’yê Gulana 2014’an de bi rêya kongreya yekbûna yekitiya siyasî ya demokratî ya kurdî li Sûriyê di bin navê Partiya Demokratîk ya Kurdistanî-Sûriyê bûn yek û serokê wê Siûd Mela ye.

-Partiya Demokratîk ya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê/ya bi serokatiya Abdulhemîd Hec Derwîş di destpêka 2015’an de ji ENKS’ê vekişiya û da zanîn ku vekişîna wê ji ber rewşên rêxistinî û siyasî yên taybet in.

Partiyên ku niha di nava ENKS`ê de mane wiha ne:

-Partiya Demokratîk ya Kurdistanî-Sûriyê/Siûd Mela.

-Partiya Nîştimanî ya Demokratî Kurdî/Tahir Sefok.

-Partiya Wekheviyê ya Demokratî Kurdî/Neimet Dawûd.

-Tevgera Çeksazî ya Kurdî-Sûriyê/Feysel Yûsif.

-Partiya Yekitî ya Kurd li Sûriyê/Îbrahim Biro

TÊKBIRINA DESTEYA BILIND YA KURD

Piştî damezrandinê, ENKS’ê di destê dewleta Tirk a dagirker de bû amûrek û tevahî kedên ji bo yekitiya xîtaba kurdî têk birin. Ji Desteya Bilind a Kurd ya ku di 12’yê Tîrmeha 2012’an de di navbera Meclisa Rojavayê Kurdistanê û Encûmana Nîştimanî ya Kurdî li Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê de bi sponseriya serokê herêma Başûrê Kurdistanê yê berê Mesûd Barzanî  hatiye ragihandin, bigire û heya niha ENKS’ê tevahî kedên yekitiyê têk birin.

Di 24’ê Tîrmeha 2012’an de, Desteya Bilind a Kurdî ya ku ji her du meclisên (Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanî û ENKS’ê) pêk tê, civîna xwe li dar xist û civîn bi dayîna 7 biryaran bi dawî bû, jê jî Desteya Bilind a Kurdî tevahî çalakî û xebatên her du meclisan bi rê ve bide û divê tevahî biryarên wan pêk bînin.

YEKEMÎN BINPÊKIRINA BIRYARÊN DESTEYA BILIND A KURD

Lê ENKS’ê li gorî biryarên Desteya Bilind a Kurdî tev negerî û di Tebaxa 2012’an de bi sponseriya hikumeta Başûrê Kurdistanê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Ehmed Davûdoglu re bêyî li desteyê û Meclisa Rojavayê Kurdistanê vegere, civiya. Her wiha ENKS’ê ji Meclisa Rojavayê Kurdistanî re naveroka civînê eşkere nekir. Piştre hin endamên Nivîsgeha Têkiliyên Derve ya ENKS’ê daxuyaniyeke li Stenbolê bi aliyên qaşo oposîzyonê Sûriyê re bêyî zanîna endamên dîtir ên nivîsgehê, îmze kir. Dûre hevdîtin û serdanên ENKS’ê bi awayekî yekalî bi dewleta Tirk a dagirker û opozîsyonê re çêbûn û wê jî pêbaweriyek ava kir.

PROJEYA RÊVEBERIYA DEMKÎ YA HERÊMÊN KURDÎ Û YA HEVPAR

ENKS’ê bi hemû hêza hewl da çi projeyeke nîştimanî ku dikeve xizmeta doza Kurd û pêkhateyên herêmê têk bibe. Her wiha Meclisa Rojavayê Kurdistanê û ENKS’ê di 13’yê Tebaxa 2013’yan de lihevkirina li ser projeya rêveberina demkî ya herêmên kurdî û ya hevpar ragihand. Di 8’ê Cotmeha 2013’yan de jî civînek li navenda Desteya Bilind a Kurd ya li Qamişlo bi beşdariya nûnerên ji her du meclisan li dar ket û di dawiyê de bi îmzekirina li ser projeya ku tê de 9 bend hene, bi encam bû.

Di dema ku projeya rêveberiya demkî dihat nîqaşkirin, ENKS’ê biryar da ku tev li qaşo "Itîlafa Nîştimanî ya Hêzên Şoreşger û Opozîsyona Sûriyê" bibe. ENKS’ê çû Qeterê û beşdarî kongreya itîlafê bû. Di 16’ê Cotmehê de itîlafê li ser tevlêbûna ENKS’ê erê kir. Ev tevlêbûnê jî binpêkirineke eşkere ya ji Desteya Bilind a Kurdî û projeya rêvebiriya demokî ya ku di kêliya dawî de jê vekişiye, re ye.

LÊVEGERA SIYASÎ

Rewşa Lêvegera Siyasî ya Kurdî ya ku di 22’yê Cotmeha 2014’an de piştî civîna Dihok 2 ya di navbera TEV-DEM û ENKS’ê de hatiye damezrandin a ku tê de 5 bend hene, ji rewşa Desteya Bilind a Kurd ne baştir bû. Tevî hemû kedan jî lê di encama serhişkiya ENKS’ê û pêşniyarkirina fikireya dabeşkirinê, bi bin ket.

Di benda yekemîn a lêvegerê de wiha hatibû gotin: Divê Lêvegera Siyasî ya Kurdî ji 30 endaman were avakirin, ku divê rêjeya ENKS’ê ji sedî 40, TEV-DEM’ê ji sedî 40 û partî û hêzên li derveyî her du meclisan jî ji sedî 20 be. Lê ENKS’ê bihane kir ku 3 partiyên di ENKS’ê bi xwe de ji lîsteya ku TEV-DEM’ê pêşkêş kiriye de deng da û ENKS’ê ew jê bi der xistin û ew partî wiha ne; Partiya Wîfaq a Kurdî ya Sûrî/Fewzî Şengalî, Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê/Nesreedîn Îbrahîm û Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Yekitî/ Mihyedîn Şêx Alî. Piştre ENKS’ê kedên ji bo Lêvegera Siyasî têk birin.

Di dirêjahiya dema ji 14’ê Gulana 2011’an heta destpêka 2015’an de, êrişên bênavber li dijî herêmên Rojavayê Kurdistanê çêbûn. Her wiha çeteyên Cebhet El-Nusra di dawiya 2012’an de êrişî Serêkaniyê kir, piştre êrişên herêmên başûrê Girkê Legê kir û heta bi başûrê Til Koçerê û rojavayê Tibespiyê çû. Ew êriş bi piştevaniya yekser ji dewleta Tirk a dagirker bû. Piştre çeteyên DAIŞ’ê êrişî herêmê û kantona Kobanê bi taybet kir. ENKS’ê di parastina herêmê de beşdar nebû û heta tu daxuyanî der barê van êrişan de jî nedan. Lê belê daxuyaniyên reşkirina berxwedan, destkeftiyên gelê Kurd û gelên dîtir ên li herêmê dan.

Bi destpêka 2014’an re, ENKS’ê ya ku rêveberên wê Tirkiyê ji xwe re navend girtin, veguherî amûrekê di destê dewleta Tirk a dagirker de, tevahî prspektîf û erkdariyên rêveberên xwe yekser ji dewleta Tirk a dagirker de werdigirtin.

DANÛSTANDINA BI MÎT’A TIRK RE

Di 1’ê Tîrmeha 2015’an de bi fermaniya dewleta Tirk, ENKS’ê li çekdarên Roj xwedî derket. Ajansa me di 31’yê Tebaxa 2019’an de dosyayek bi sernavê "Çawa ENKS’ê hat damezrandin û armanc ji damezrandinê çi ne? weşand û bi rêya çavkaniyên bibawer ji Hewlêrê eşkere kir ku ENKS’ê, bi taybet rêveberên wê yên li derveyî Rojavayê Kurdistanê mîna Îbrahîm Biro, Kamîran Haco, Abdulhekîm Beşar, Siyamend Haco, Abdulbasit Hemo û hwd ji 2016’an de 16 caran bi MÎT’a Tirk re li bajarên Dîlok(Entab), Enqere û Stenbolê civîne. Her wiha 13 caran jî bi berpirsên istîxbaratên PDK’ê li Hewlêrê civîne û 4 caran bi berpirsên amerîkî, bi taybet der heqê mijara jinûve vegerandina çekdarên Roj li Rojava, civîne. Ev çekdar ji hêla MÎT’a Tirk ve li baregeha Batûfa ya girêdayî Mûsilê hatine perwerdekirin.

REWAKIRINA DAGIRKERIYA TIRK

Di 23’yê Adara 2018’an de anku piştî çend rojan ji dagirkirina Efrînê, Kamîran Haco, Îbrahîm Biro û Hewas Egîd (Seidon) li Enqere bi şêwermendê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê Sadat Onal ê ku berpirsê dosyaya Sûriyê li wezareta derve ye û Kablan re civîne. Di civînê de bi taybet li ser têkiliyên xurt ên di navbera ENKS’ê û dewleta Tirk de hatine nîqaşkirin û di naveroka civînê de wiha hate gotin: "Me di civînê de ji aliyên Tirk re piştrast kir ku têkiliya me bi wan re stratejîkû kûr û dirêj in. Çi şaştiya ku derkeve, divê bandorê li ser pêşeroja têkiliyên me nekin. Me ji wan re got kiryarên neyînî yên li Efrînê çêbûne bandoreke neyînî li ser dewleta Tirk, artêşa azad û ENKS’ê kir. Me ji tirkan ev pirs kir; gelo dê çawa Efrînê were birêvebirin, dê xwezaya beşdariya ENKS’ê di vê rêveberiyê de çawa be?. Me got, gelo pêkan e heke di destpêkê de bi hejmarekî kêm be jî, ji çekdarên Roj re rolek di Efrînê de hebe? û me helwesta wan a li ser Rojhilatê Firatê jî pirs kir?

Ya balkêş, ENKS’ê dewleta Tirk mîna dewleteke dagirker nabîne, lê berovajî wê tevahî sûcên wê bi rêya daxuyaniyên xwe yên bênavber dagirkeriyê rewa dike. Di daxuyaniyên xwe de Rêveberiya Xweser tawanbar kir ku rêveberiyeke ferzkirî ye û PYD’ê wê kontorl dike. Her wiha heta piştî ku dewleta Tirk a dagirker di Cotmeha 2019’an de Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin jî, ENKS’ê siyasetên xwe yên dijberiyê li dijî şêniyên herêmê û Rêveberiya Xweser ranewestandin.

Di heman demê de, endamên ENKS’ê her tim çeteyên artêşa Tirk a dagirker silav kirin. Di 19’ê Mijdara 2020’an de nûnerê ENKS’ê Abdullah Gedo tevî serçeteyên Itîlafa Sûriyê serdana kantona Efrînê ya dagirkirî kir û li ser gorên serçeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên ku hovanetirîn sûc li dijî gelê Efrîn, Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne, gerîn û idîa kir ku tu sûcek jî li Efrînê pêk nehatiye.

KIRYARA DAWÎ YA ENKS’Ê

Bi hewldaneke nû ya yekitiya Kurdî, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî însiyatîfa yekitiya Kurdî di Cotmeha 2019’an de piştî êrişa dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji heman salê, dest pê kir. Bi wê re aliyên diyalogan pêk tînin, di destpêkê de pêngavên baş pêk anîn û girseya gelê Rojavayê Kurdistanê û tevahî Kurdistanê bi kêfxweşî pêşwaz kir. Lê ev danûstandin piştî ragihandina li ser bidawîkirina merheleya yekemîn û yekkirina nêrînên siyasî yên hevbeş, li hember gelek astengiyan man. Ev astengî jî ENKS’ê bi pêşniyarkirina şertên nû derxistin.

Şertên ku ENKS’ê pêşniyar kirine û bûne asteng li pêş danûstandinan, ew in ku divê pergala xwendin û perwerdê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê raweste û li meteryalên hikumeta Şamê vegerin û pergala hevserokatiyê li saziyên Rêveberiya Xweser werin rakirin.

Serokê Yekitiya Lîberal a Kurdistanî Ferhad Tîlo da zanîn ku sedema sereke ji paşxaneya binketina însiyatîfên yekitiya Kurd ji 2011’an û heta roja îro ve, ew e ku ENKS’ê her carê şertên nû datîne û wiha got: "ENKS’ê her tim fermanên Itîlafa Nîştimanî ya Sûrî li ser me ferz dike."

(fr)

ANHA