'Erdogan bi tolhildana ji HDP`ê dixwaze binketina xwe ya li Garê binixumîneꞌ

Kovan Kenio diyar kir ku Erdogan bi rêya tolhildana ji HDP'ê dixwaze binketina xwe ya li Garê binixumîne û got:"Piştî li Garê bi bin ket, li Bakurê Kurdistanê dest bi girtina nûnerên partiyên kurdî û HDP'ê kir."

'Erdogan bi tolhildana ji HDP`ê dixwaze binketina xwe ya li Garê binixumîneꞌ
23 sibat, 2021   00:08
QAMIŞLO-KADAR ÎBRAHÎM

Artêşa Tirk a dagirker bi armanca dagirkirina herêma Garê ya li Başûrê Kurdistanê  û rizgarkirina efser û leşkerên xwe yên ku êsîr hatibûn girtin, 10`ê Sibatê bi çekên bejahî û hewayî êrişî herêmê kir. Lê gerîlayên HPG`ê êrişên ku 4 rojan dewam kir, têk birin.

Desthilata APK-MHP'ê ji bo ku binkeftina xwe ya li herêma Garê û kuştina 13 êsîran binixumîne, dest bi girtina siyasetmedarên HDP`ê kir û di 15`ê Sibatê de 716 kes girt.

Sekretêrê Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê Kovan Kenio destnîşan kir ku dewleta Osmanî û xelîfeya xwe ya niha ku ew jî dewleta Tirk e, ji beriya sedê salan ve û heta roja îro dijbertiya gelê Kurd dike, her wiha ji beriya 3`ê salan ve û heta niha gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin û gelê azadîxwaz dike armanc.

ꞌARTÊŞA TIRK ŞIKESTÎ VEGERIYAꞌ

Kovan Kenio bal kişand ser berxwedana ku HPG`ê li dijî artêşa Tirk a dagirker da meşandin û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk a dagirker ji bo têkbirina gelê Kurd di şexê HPG'ê de êrişên giran bire ser çiyayê Qendîlê, Heftanînê û herêma Garê û di van êrişan de çekên pêşketî bi kar anîn. Lê êrişên wê bi berxwedaneke dîrokî û qehremanî ya gerîlayan rû bi rû ma û  şikestî vegeriya."

Kenio da zanîn berxwedana gerîlayên HPG`ê artêşa  Tirk neçarî vekişandinê kir û got: "Piştî ku li Garê bi bin ket, li Bakurê Kurdistanê dest bi girtina nûnerên partiyên kurdî û HDP`ê kir."

Kenio ev pirs kir, dewleta Tirk a dagirker bi buhaneya hebûna PKK`ê ku ew bi ''terorîst" tawanbar dike, êrişî herêma Garê kir, ma gelo partiyên kurdî û HDP`ê yên li Bakurê Kurdistanê ew jî terorîst in?

ꞌKESÊN DIJBERTIYA ERDOGAN BIKE TÊ GIRTINꞌ

Kenio da zanîn ku nûnerên partiyên siyasî û HDP`ê banga aştî, demokrasî û jiyana azad dikin, lê dewleta Tirk bê sedem wan digire. Kenio got: " Êdî mirov tê digihêje ku çi kesên ku dijbertiya siyaseta Erdogan bikin dê wan bigire û ev jî qanûnên civaka navneteweyî bin pê dike."

ꞌDIVÊ PARTIYÊN KURDÎ Û MUXALIF YEKITIYA XWE ÇÊKINꞌ

Sekretêrê Partiya Roj a Demokrat a Kurd li Sûriyê diyar kir ku divê partiyên siyasî yên kurdî û partiyên muxalif ên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê yekitiya xwe çêkin da ku dawî li binpkirin siyasetên desthilata Tirk ên li dijî siyasî û çalageran were.

Kovan Kenio bang li hemû partiyên siyasî yên kurdî yên li her çar parçeyên Kurdistanê kir ku bi lez yekitiya xwe çêkin da ku siyasetên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd bi dawî bikin.

 (eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hWjIW7NiBA4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>