Polîtîka: Rûsya û Îranê nexşerêya Sûriyê û hevgirtina civakî parçe dike

Di navbera siyasetên leşkerî û aborî yên Rûsya ji bo ferzkirina hebûna xwe li Rojhilata Navîn ku Sûriye wekî dergeh bi kar tîne û siyasetên Îranê de ku hewl dide xwe li Sûriyê bi cih bike, nexşerêya Sûriyê û hevgirtina civakî ya Sûriyê parçe dibe û welat çavkaniyên aboriya xwe ji dest dide.

Polîtîka: Rûsya û Îranê nexşerêya Sûriyê û hevgirtina civakî parçe dike
23 sibat, 2021   07:16
ŞAM- NESRÎN XELÎL

Aloziya Sûriyê hindik maye ku salvegera xwe ya 10`emîn bidawî bike. Sûriyê hîna di bin bandora destwerdanên derve de ye, ji aliyekî hevalbendên Şamê “Rûsya û Îran” ji aliyekî din ve jî dewleta Tirk ku piştgiriya komên çeteyan û komên terorîst dike û di serî de Heyet Tehrîr El-Şam (berê Cebhet El-Nusra), DAIŞ û komên din ên girêdayî dewleta Tirk.

Rûsya bi rêya “Peymanên Astanayê” ku destpêka 2017`an bi beşdarbûna Tirkiye û Îranê dest pê kirin, hewl dide hem li herêmên serweriya hikumeta Şamê hem jî li herêmên serweriya çeteyên dewleta Tirk serwer be. Ji lew re, hikumeta Şamê li ser hesabê çeteyên dewleta Tirk li herêmên berfireh serwer kir û çeteyên dewleta Tirk li koşeyekê li bakur rojavayê Sûriyê li parêzgeha Idlibê û parçeyên ji Heleb û Lazîqiyê bi cih kirin.

Têkildarî mijarê, pirsporekî leşkerî ji herêmên serweriya hikumeta Şamê (ku ji ber sedemên ewlekariyê navê xwe eşkere nekir) da zanîn ku Rûsya ji destpêka destwerdana xwe di aloziya Sûriyê di Îlona 2015`an de peymanên cuda pêk anîn da ku serweriya xwe li Sûriyê ferz bike.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê “Pentegon” di 20`ê Cotmeha 2015`an de ragihand ku DYA û Rûsyayê muzakereyeke lihevkirinê pêk anîne û bi wê yekê armanc dikin ku li qada asîmanî ya Sûriyê balafirên Rûsya û Amerîka rastî hev neyên.

Li gorî wê peymanê, tevgera balafirên her du aliyan li du aliyên çemê Firatê hate dabeşkirin. Bi wê yekê Rûsya li aliyê rojavayê çem û DYA û welatên Koalîsyona Navneteweyî ya têkoşîna li Dijî DAIŞ`ê li rojhilatê çem atkîv bûn.

Piştre Rûsyayê peymanên Astanayê xistin dewrê da ku bihêle dewleta Tirk êrişî herêmên Rêveberiya Xweser bike û bi wê yekê rêveberiyê neçar bike ku serweriya hikumeta Şamê vegerîne ser wan herêman an jî li dijî êrişên dagirkeriya Tirk bisekine. Her wiha xwest bi wê yekê sûdê ji vegerandina serweriya hikumeta Şamê li ser herêmên ku nikarîbû bi dest bixe bigire. Di vê çarçoveyê de hişt dewleta Tirk çeteyên xwe ji herêmên wekî Xûta Rojhilat û parçeyên ji gundewarên Heleb, Hema û Idlibê vekişîne û wan herêman radestî hikumetê bike.

Vê siyaseta Rûsya rê ji dewleta Tirk re vekir ku rûpîvaneke bi qasî ji sedî 10 ji rûpîvana Sûriyê dagir bike û dest bi guhertina demografiyê, ferzkirina ziman û pereyên Tirk, rakirina alên Tirkiyê bike û piştre wan tev li xaka xwe bike, wekî ku di destpêka sedsala 20`emîn de li Lîwa Iskenderon kiriye.

Li gorî pirsporê leşkerî yê Sûriyê, têkiliya stratejîk a di navbera Moskov û Enqereyê de Îran aciz kir. Wekî tê zanîn ji ber nakokiyên mezhebî yên di navbera Îran û Tirkiyê de dijminahiyeke dîrokî di navbera wan de heye, her wiha Îran hewldanên Tirkiyê yên qutkirina herêmên din ji xaka Sûriyê û hewldanên wê yên vegerandina împeratoriya Osmanî, red dike.

Piştî civîna 25`ê Hezîrana 2019`an a di navbera Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Îsraîlê Meir Ben-Shabbat û Şêwirmendê Ewlekariya neteweyî ya Amerîkayê John Bolton û hempîşeyê wî yê rûsî Nikolay Patruşev de, Rûsya li hemberî Îranê siyaseteke nû meşand.

Di vê çarçoveyê de Rûsya bi rêya avakirina komên çekdar ên girêdayî wê di bin navê Feyleqa 5`an de hewl da Îranê dûrî başûrê Sûriyê bixe û tevgerên Îranê li wê derê asteng bike.

Li gorî pirsporê leşkerê yê Sûriyê, bi destpêkirina sala 2021`an re Rûsya li herêmên bicihbûna xwe li rojhilatê Sûriyê jî êdî dest bi tengavkirina Îranê kir û hewl da ciwanên eşîrên Dêrazor û Bokemalê bi aliyê xwe ve bikişîne û hêdî hêdî hebûna Îranê li wir tune bike.

Vê dawiyê hin raporan behsa wê yekê kirin ku Rûsyayê rewşa aboriyê ya xirab wekî rêbazekî  bi kar anî û bi rêya şîrketên ewlekariyê yên taybet û bi fonên mehane biqasî 300 dolarî, ciwanên eşîrên Ereb bi çek kirin.

Pisporê leşkerî yê Sûriyê got piştî ku Îranê xendek li ser sînorên Sûriye-Iraqê li bajarê Bokemalê kolandin û çek û cebilxane dan lîwayên cur bi cur yên alîgirên wê, her wiha piştî ku balafirên bêpîlot veguhestin Balafirgeha “Îmam Elî” ku Felyeq El-Qudis ava kiriye, hewldanên Rûsya pêk hatin.

Pisporê leşkerî piştrast kir ku ew baregeh 320 km dûrî baregeha Tenef a Amerîkayê ye û tê de 15 nuqteyên leşkerî hene, ji wan di 10 nuqteyan de hejmareke depoyên çekan û qadên ji bo perwerdekirina çekdaran hene.

Pisporê leşkerî bal kişand ser civîna sêalî ya di navbera Rûsya, Îsraîl û Amerîkayê de û destnîşan kir ku di civînê de tekezî bi berjewendiyên her sê welatan hate kirin, nexasim dûrxistina Îranê ji başûr û rojhilatê Sûriyê û got Rûsya bi wê yekê hatin erkdarkirin.

Pispor her wiha îşaret bi daxuyaniyên Rûsya yên beriya civînê kir û wiha domand: “Piştî serweriya hêzên hikumeta Şamê li başûrê Sûriyê di 2018`an de, peymaneke veşartî di navbera Rûsya û Îsraîlê de pêk hat. Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ew yek bi daxuyaniyeke xwe piştrast kirbû û ji medyaya Îsraîlê wiha gotibû: ‘Tenê mafê hêzên hikumeta Sûriyê heye ku di başûrê Sûriyê de bimînin. Divê hêzên biyanî yên din ji wir derkevin.’ Her wiha tekezî bi girîngiya pabendiya Tehranê bi wê peymanê kiribû.”

Ji bo pêkanîna vê yekê li gorî pisporê leşkerî ku Rûsya destek da Îsraîlê da ku êrişî baregehên leşkerî yên Îranê li Sûriyê bike. Ji ber beriya niha di Mijdara 2015`an de Rûsya xetek yekser bi arêtşa Îsraîlê re vekir da ku koordînasyonê bike ku tu şer di navbera artêşa Rûsî û ya Îsraîlê de, dernekeve.

Pisporê leşkerî yê Sûrî destnîşan kir ku şerê serweriya li ser xaka Sûrî di navbera Rûsya û Îranê de hişt ku welatê Sûrî parçe bibe, derbekirina hevgirtina civakî bi rêya avakirina komên alîgirên Rûsya û hin jî alîgirên Îranê, rola dewleta Tirk, hevkariya Rûsya bi wê re ku li ser xeta ol û mezhebî lîst da ku gelê Sûriyê parçe bike û wan weke çete di şerê li herêmên din li cîhanê bikar bîne.

ŞERÊ ABORÎ

Şerê Rûsya – Îran li Sûriyê ji bo serweriya leşkerî li ser erdê, nesekinî. Lê belê bi rêya hewldana her aliyekî ku encam ji hevdîtina destwerdana wî ji bo parastina hikûmeta Şamê ku qet nikare siyasetên her du aliyan li welêt bisekînine, gihaşt aboriya Sûriyê.

Her du alî bi taybet Rûsya projeyên aborî mezin li Sûriyê radighîne û idiya dike ku ew ji bo kêmkirina aloziya aborî li welêt dixebite lê ev yek tenê gotinên li ser kaxezan in.

Beriya niha jî Rûsya li ser zimanê Cîgirê Serokwezîr Yuri Borisov di Îlona 2020`an de behsa lihevkirineke nû bi hikûmeta Şamê re kir ku têde zêdetirî 40 projeyên nû di aliyê jinûvekirina aliyê enerjî û hejmareke ji stasyonên hydroelectric û derxistina petrolê ji deryayê, hebû.

Di vê der barê de pisporê aborî û mamosteyê zanîngeha Şamê (Ji ber sedemên ewlekariyê navê xwe eşkere nekir) diyar kir ku miqdarê geşkirinê li çi xaka cîhanê be bi awayekî xurt girêdayî rewşa aramiya ewlehî û siyasî ye û di vê demê de ev yek zehmete ku li Sûriyê ji ber berdewama aloziyê û tunebûna çareseriyê, pêk were.

Her wiha destnîşan kir ku cezayên li ser hikûmeta Şamê hatine ferzkirin, ketina lîreya Sûrî li beramberî pereyên biyanî, encamên şer ku maldar û prênsên şer çêkir.

Ji ber wê li gorî pisporê aborî ku Rûsya û Îran di pêkanîna geşkirinên ku ragihandine ne cidî ne û wiha domand: "Rûsya û Îran weke yê ku keça xwe zewicandiyie lê dixwaze di mala wî de bimîne."

Pisopr diyar kir ku li gorî lêkolîna fermî ya desteya geşkirinê ya Sûrî ku geşkirinên biyanî di pêvajoya beriya aloziyê de baş bû. Almaniya li Sûriyê 5 projeyê bi 316 milyar lîreyên Sûrî ava kir û paşê Rûsya, Çîn û Erebistana Siûdî dest bi geşkirinê kir.

Li gorî pispor dema niha tenê geşkirinên biçûk ji aliyê hevalbendê hikûmeta Şamê Îran û Rûsyayê, nehatine destpêkirin.

Mamosteyê Zanîngeha Şamê destnîşan kir ku Rûsya bi rêya hin projeyan li gorî Îranê encamên baş girt. Ev yek bi rêya bendera Tertûs a bazirganî, geşkirina fosfata li çolistana Sûriyê, hevpeymana şîrketa semadê li Humsê, hevpeymana derxistina petrol û gazê di ava Sûriyê ya herêmî ya deryaya Spî pêk anî û li beramberî wê jî tu geşkirinên Îranê yên rast li ser erdê tune ye.

Pisporê aborî diyar kir ku şêwazê geşkirinê ji her du aliyan re Rûsya – Îran cûda ne. Îran dixwaze erdan li Şamê bikire bi tabyet li Şama kevin her wiha li herêmên rêxistinkirî û nûjen weke Kalmarota Sîtî ku heta niha tê avakirin û derdora ji herêman weke Kefersûsê. Ev yek ji aliyê şêniyên ku erdên xwe firotin îran û lubnaniyên ji Hizbullah ve hate gotin û destnîşan kir ku Îran dixwaze ku di nava civaka Sûriyê de belav bibe û baregehên xwe di koka wê de ava bike.

Li gorî pispor ku ji bo Rûsya rewş cûda ye. Ew dixwazin projeyên serkeftî ava bikin û geş bikin bi taybet goristana şûnwarî ku li beramberî berava Tertûsê hate dîtin û Rûsya lêkolîn têde kir bêyî ku agahî bide hikûmeta Şamê.

Her wiha pispor tekez kir ku rewşa heyî ya hevalbendên Şamê derfet nade ku teklufeyên derve zêde bike bi taybet piştî zext û cezayên ku ji aliyê DYA`yê li ser hatin ferzkirin, bandora Koronavîrus li ser rewşa aboriya cîhanê bi giştî, zêdebûna nerazîbûna gel di hundirê her du welatan de û taybet Îran.

Di dawiyê de pisporê aborî û mamosteyê zanîngeha Şamê hişyarî ji ber destwerdanên derve ji Sûriyê re, bandorên wê li ser pêşeroja welêt da û got pêşbirk ne tenê di aliyê leşkerî û aborî de ye, lê belê gihaşt aliyê perwerdeyê bi rêya zimanê rûsî û farisî ji nifşên nû re her wiha ferzkirina zimanê tirkî li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine û fakulteyên xwe li wan herêman vekirine.

(cx-bx)

 ANHA