Pêkhateyên Til Temirê şehîdên xwe bi bîr anîn

"Berxwedana me mezintir e", bi vê hevokê şêniyên navçeya Til Temirê îşaret bi têkbirina planên çeteyên DAIŞ`ê yên beriya 6 salan kir û dan zanîn ku ew ê rê nedin ku artêşa Tirk a dagirker ku armancên xwe pêk bînin.

Pêkhateyên Til Temirê şehîdên xwe bi bîr anîn
23 sibat, 2021   16:24
HESEKÊ

Pêkhateyên navçeya Til Temirê, di nav de hêzên leşkerî yên li herêmê û malbatên şehîdan bi merasîmekê şehîdên berxwedana 2015'an a li dijî êrişên çeteyên DAIŞ'ê bi bîr anîn.

Bibîranîn li qada Meclisa Malbatên Şehîdan a li navenda navçeyê li dar ket. Qad bi wêneyên her 63 wêneyên şehîdan û alên hêzên leşkerî hate xemilandin.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Abdulbaqî  Kûtê, bi navê Zêrevanên Xabûrê jî Madlîn Xemîs û bi navê YPG`ê jî fermandar Welîd Temaûş axivîn.

Abdulbaqî Kûtê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û berxwedana li dijî rêxistinên terorî pîroz kir.

Madlîn Xemîs axivî û got:"Di sala 2015`an de û wekî îro çeteyên DAIŞ`ê êrişî  navçeya Til Temirê ya stratejîk ku bi pirrengiya pêkhateyên xwe tê naskirin kir, di encamê de hêzên me yên leşkerî li dijî çeteyan sekinîn û li dijî rêxistinên kufarî efsaneyên qehremaniyê xêz kirin."

Madlîn di dawiyê de diyar kir ku rêxistina DAIŞ`ê di 23`yê Sibatê de hewl dide ku wan parçe bike û koçber bike, lê wan ji bîr kir ku berxwedana wan mezintir e.

Li aliyekî din jî Welîd Tamûş axivî û got ew ê parastina gelê herêmê bikin û rê nedin artêşa Tirk a dagirker û çeteyan ku armancên xwe pêk bînin.

Piştre Endamê PYD`ê şaxê navçeya Til Temirê Idrîs Namo navên her 63 şehîdan xwend. Merasîm bi durişmeyên  "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(eh)

ANHA