Zanîngeha Rojava beşdarî hemleya"Biskên Kesk" bû

Xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Rojava beşdarî hemleya "Biskên Kesk" a bi armanca zêdekirina rûberên kesk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bûn.

Zanîngeha Rojava beşdarî hemleya"Biskên Kesk" bû
23 sibat, 2021   16:03
QAMIŞLO

Hemleya dilxwazî ya civaka sivîl ku ji Cotmeha 2020’an de bi diruşma "Biskên Kesk" dest pê kiriye, berdewam e. Hemle ji bo zêdekirina rûberên kesk û şînkayî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Sedema navlêkirina vê hemleyê ya bi navê biskên kesk, vedigere rola jinan a pêşeng, beşdariya wê di qadên şer de û keda wê ya mezin di parastina xakê de. Her wiha sedema din jî ji ber biskên keçên êzidî yên ku bûne qurbanên DAIŞ’ê navê hemleya bû "Biskên Kesk".

Amadekirina hemleyê li ser 3 merheleyan pêk hat, merheleya yekemîn çandina tovan bû, merheleya duyemîn çandina bi rêya çiqilan bû û merheleya sêyemîn jî piştî amadebûna şitilan, belavkirina daran li ser herêman bû. Her wiha komîteya zanistî çavdêriyê li ser xebata vê hemleyê û merheleyên wê dike.

Dê darên curbicur bên çandin, mîna tirî, hejîr, tû, henar û hwd. Tê payîn ku fistiq di merheleya bê ya ji Adarê de were çandin û hin darên ku bi tovan tên çandin, biçînin.

Çavdêrê li ser insiyatîfê û hemleyê ziwar Şêxo diyar kir ku hemleya "Biskên Kesk" dê bandoreke erênî li ser herêmê bike û wiha got: "Erêniyên vê hemleyê ji aliyê aborî ve gelek in. Ji ber dê cureyên zêde ji fêkiyan li herêmê dabîn bike û dê bedewbûnekê li herêmê çêke û bibe piştgiriya başbûna jînegeh û hawayê."

Şêxo diyar kir ku hemele heta bi çandina 4 milyon şitil berdewam e, her wiha insiyatîf jî ji tevahî saziyên Rêveberiya Xweser û rêxistinên girîngiyê didin jînegehê vekiriye.

Zanîngeha Rojava beşdarî hemleya "Biskên Kesk" bû, bi wê re jî rûbera parka zanîngehê çandin. Di hemleya çandina daran de, xwendekar û mamosteyên Desteya Fêrkirin û Perwerdê ya herêma Cizîrê beşdar bûn.

Tê payîn ku ev hemle di hefteya bê de derbasî herêmeke dîtir a Qamişlo bibe, da ku çandina 4 milyon şitil li Qamişlo temam bibe.

Tê texmînkirin ku ev hemle li tevahî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li gorî derfetên heyî, derbasdar be.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tVN6rWUsrsg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>