Di salvegera 6`an a êrişan de xwediyê DAIŞ`ê bi xwe li herêmê ye

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê diyar kir ku dema DAIŞ`ê di 2015`an êrişî Til Temirê kir, dewleta Tirk rasterast destek dida wan, ji bo dewleta Tirk DAIŞ zarokê delalî bû û bavê DAIŞ`ê îro bi xwe li herêmê ye.

Di salvegera 6`an a êrişan de xwediyê DAIŞ`ê bi xwe li herêmê ye
23 sibat, 2021   08:21
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Îro 23`yê Sibatê ye anku salvegera 6`emîn a êrişên DAIŞ`ê yên li dijî navçeya Til Temirê û gundên wê ye. Çeteyan bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazên sûcdar û bi çekên cuda êrişî gund û perestgehan kir û sivîl revandin.

Piştî 4 mehan ji şerê li herêmê, gelê herêmê wê demê bi piştgiriya hêzên leşkerî, YPG, YPJ, Zêrevanên Xabûr û Meclisa Leşkerî ya Suryan, rêxistina terorê têk birin û nehiştin ku derbasî navenda bajêr bibin.

Lê piştî artêşa Tirk û çeteyên wê dawiya 2019`an herêmên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, gelê herêmê ji dubarekirina sînaryoya DAIŞ`ê û sûcên ku li dijî wan pêk dianî tirsiya û artêşa Tirk wekî bavê rûhanî yê DAIŞ`ê bi nav kirin.

Têkildarî mijarê, Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Ciwan Mele Eyûb axivî.

Ciwan Mele Eyûb axaftina xwe bi pênasekirina navçeya Til Temirê wekî cihekî stratejîk dest pê kir û got:"Naveçeya Til Temirê kilîta herêma Cizîrê ye û girêka veguhastina di navbera herêmên Cizîrê û hundirê Sûriyê ye."

Ciwan da zanîn ku bajar bi pirrengiya pêkhateyên xwe tê naskirin û bi destpêka şoreşê li Sûriyê, navçeya Til Temirê ji ber êrişan di bin xeteriya komên çeteyan û komên terorîst de bû.

ꞌHEVGIRTIN MERTALEK BÛꞌ

Mele Eyûb ev xal rêz kirin:"Di 23`yê Sibata 2015 herêma Til Temirê ji aliyê rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst ve rastî êrişên tund hat. Dewleta Tirk a dagirker jî piştgiriya wan kir û bi hemû awayan hewl da ku derbasî navenda bajarê Til Temirê bibe û dagir bike, lê nekarîn."

Mele Eyûb da zanîn ku bi saya hêzên leşkerî, hevgirtina wan û piştgiriya şêniyên herêmê ji wan re, komên terorîst nekarîn derbasî navenda navçeya Til Temirê bibin, sedema vê yekê jî berxwedana ku li dijî rêxistinên terorîst hate meşandin bû.

Mele Eyûb bal kişand ser sûcên ku DAIŞ`ê li herêmê pêk anîne û got:"Li herêma DAIŞ`ê gelek sûc pêk anîne, zêdetirî 250 suryanî revandin, 8 dêr hilweşandin û gelek gund ketin bin serweriya wê, pir û binesaziya herêmê jî wêran kirin."

Ciwan Mele Eyûb ev nirxandin kir:"Dema DAIŞ`ê êrişî Til Temirê kir, dewleta Tirk bê deng nema, lê piştgiriya wê kir û ji bo hêzên leşkerî ji hev qut bike û alîkariyê negihêje wan ava Xabûr berda, di encamê de gelek şervan şehîd bûn.

ꞌHEBÛNA DAGIRKERIYÊ TÊKBIRINA EWLEHIYÊ YEꞌ

Ciwan Mele Eyûb destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker ji destpêka bûyerên li Sûriyê piştgiriya komên çeteyan kir da ku ewlekarî û aramiya herêmê têk bibe.

Ciwan Mele Eyûb ev yek li gotina xwe zêde kir:"Piştî çeteyan di pêkanîna armancên ku xizmeta artêşa Tirk dike bi bin ketin, bi xwe û bi çekên xwe derbasî Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û derdora navçeya Til Temirê bû. Bi hebûna artêşa Tirk a li herêmê, ne aramî û jî ewlekarî heye ji ber  ku rojane herêmê topbaran dike û sûcan pêk tîne."

ꞌJI BO DEWLETA TIRK DAIŞ`Ê ZAROKA DELALÎ YEꞌ

Mele Eyûb diyar kir ku dema 2015`an çeteyên DAIŞ`ê êrişî herêma Til Temirê kir, dewleta Tirk piştgiriya wan kir û wiha domand:"Niha em dibînin ku tu cudabûn di navbera wê û di navbera sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tîne, tune ye. Sûcên ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne qanûnên navneteweyî bin pê dikin."

Mele Eyûb da zanîn ku ew tevda zanin ku DAIŞ`ê ji bo dewleta Tirk zaroka delalî bû,  îca çawa ku bavê xwe(dewleta Tirk) li herêmê be.

Mele Eyûb bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mirovî û aliyên peywendîdar kir ku dawî li sûcên dewleta Tirk a dagirker bîne û nehêle ku kiryarên DAIŞ`ê li herêmê pêk anîn dubare bibin û bi vê gotinê axaftina xwe bi dawî kir:"Civaka navneteweyî baş dizane ku dewleta Tirk dibistana taybet a derxistina terorê ber bi dewletên derdorê ve ye."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yUyQHkLHqRY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>