Li Tirkiyê alimên ol jî ji destgîrkirinê bêpar namînin

Dewleta Tirk li Mersînê bi ser malekê de girtin û oldarê Kurd Izedîn Ege destgîr kirin.

Li Tirkiyê alimên ol jî ji destgîrkirinê bêpar namînin
23 sibat, 2021   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê berê yê Komeleya Alimên Olî yên Êlihê Izedîn Ege, bû hedefa polîsên Tirk.

Polîsan serê sibehê li Mersînê avêtin ser maleke ku Ege lê mêvan bû. Di heman demê de avêtin ser mala wî ya li Êlihê.

Kurê Ege Farûk Ege diyar kir ku polîsan gef li wan xwarine û gotine, "Em ê we biqedînin" û li mirovên li malê xistine.

Alim Ege hate destgîrkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Mersînê. Behaneya destgîrkirina Ege nehate eşkerekirin.