Cotkarên El-Sûsê şênkahiyê li herêmê zêde dikin

Şêniyên bajarokê El-Sûsê yê rojhilatê Dêrazorê bi rêya vekirina şitilgehan û peydakirina hemû cureyên dar û gulan hewl didin şênkahiyê li herêmê zêde bikin. Li herêmê her wiha pitşî ku xwezaya wê di dema serweriya çeteyên DAIŞ`ê de hatibû xirabkirin, ji nû ve çandina darên berhemdar zêde dibe.

Cotkarên El-Sûsê şênkahiyê li herêmê zêde dikin
23 sibat, 2021   08:34
DÊRAZOR – FATMA EL-EBID

Çandinî yek ji girîngtirîn aliyên aboriyê ye û çavkaniyeke debara jiyana li Dêrazorê ye.Nexasim li gundewarê rojhilatê Dêrazorê ku bajarok û gundên wê li seranserî qiraxên çemê Firatê ne û ekolojiya wê ji bo çandina bi dehan cureyên darên berhemdar, guncaw e.

Bajarokê El-Sûsê ku li aliyê bakurê çemê Firatê yê gundewarên rojhilatê Dêrazorê ye ji berî ve bi çandina darên berhmedar tê nasîn bi taybetî darên hinar, lêmon, pirteqalan, gûz û behîvan. Berê bajarê Dêrazorê di aliyê berhemdariya hinaran de li ser astê Sûriyê û dewletên cîran di rêza yekemîn de bû.

Piştî çandina ceh û genim, çandina darên berhemedar li El-Sûsê ji bo şêniyan çavkaniyeke derbarê ya sereke ye.

′ÇANDINA DARAN PIŞTÎ RIZGARKIRINA HERÊMÊ BI PÊŞ KET′

Piştî ku herêm ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin û piştî ku xwezaya herêmê bi rêjeyeke mezin hatibû xirabkirin, cotkar û xwediyên bexçeyan bi destekdayîna ji aliyê komîteyên çandiniyê li herêmê ve şitilgeh ava kirin da ku hemû cureyên darên berhemdar, darên xemilandinê û darên din û cureyên kulîlkan peyda bikin. Ji bo wê, malên bilastîk û şêwazên avdanê yên pêşketî bi kar anîn.

Li bajarê El-Sûsê 3 şitilgeh hatine vekirinû pêwîstiya şêniyan û xwediyên bexçeyan peyda dike. Her wiha hin ji şênî bi xwe şitilgehên biçûk çêdikin û pêdiviyên xwe dabîn dikin. Nexasim ku şêniyên El-Sûsê ji pêşengên çandina daran li seranserê herêma Firatê ne.

Mehmûd Abdullwehab El-Elî ku xwediyê mezintirîn şitilgehên li El-Sûsê ye, destnîşan kir ku şênkahiya li gundewarê rojhilat bi temamî ji aliyê çeteyên ve hatibû xirabkirin, çi bi rêya şewitandinê, yan birîna daran an jî bi rêya astengkirina karê cotkaran.

Piştî rizgarkirina herêmê û vegera Mehmûd Abdullwehab El-Elî li warê xwe dît ku rewşa bexçeyê wî pir xirab e û bi temamî hatiye xirabkirin. Lê bi destekdayîna ji komîteyên çandiniyê yên li herêmê bexçeyê xwe ji nû ve çand û mezintirîn şitilgeha li El-Sûsê vekir. Niha ew hemû cureyên daran û di hemû mewsiman de peyda dike.

Abdullwehab El-Elî diyar kir ku dar li gorî cure û mewsimê xwe bi hewayê bandor dibin, ev yek di demên berê de li pêşiya wan dibû asteng bi taybetî li gel tunebûna madeyên pêwîst. Lê niha malên bilastîk di nava şitilgehan de çêdikin û cihên taybet ji dar û gulan re peyda dikin.

Abdullwehan El-Elî got armanca wan ji avakirina şitilgehan, zêdekirina şênkahiya li herêmê, peydakirina daran ji xwediyên bexçeyan re ku rêbazên kevin ên çandiniyê bi kar tînin û peydakirina cureyên baş ên daran e.

Di şitilgeha Mehmûd de darên xemilandinê, kulîlk, katûs hene û beşek ji bo sebzeyan heye.

Mehmûd Abdullwehab El-Elî piştrast kir ku çandina darên berhemdar li El-Sûsê li gorî sala borî bi rêjeya ji sedî 80 zêdetir bûye.

Tê zanîn ku bajarokê El-Sûsê li Sûriyê bi çandina darên hinaran navdar e û di dawiya Cotmeha her salê de tê de mîhrîcana hinaran tê lidarxistin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DGFwQ46eTis" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>