​​​​​​​Siyasetmedar: Gazincên ENKS`ê yên astengirina diyalogan ne rast in

Sekretêrê Giştî yê Partiya Çepgir a Demokratîk a Kurd li Sûriyê û endamê Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) Salih Gedo diyar kir ku astengiyên ku ENKS`ê derdixe, behane ne û birêvebirina diyalogan asteng dike.

​​​​​​​Siyasetmedar: Gazincên ENKS`ê yên astengirina diyalogan ne rast in
23 sibat, 2021   05:26
QAMIŞLO-LÎLAV DÊWANÎ

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) roja Şemiya borî li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Komxebata Nakokiyên Kurdî-Kurdî li dar xist. Siyasetmedar, reweşnbîr, hiqûqnasên Kurd û saziyên civaka sivîl beşdarî komxebatê bûn û bal kişand ser van nakokiyan, rewşa gelê Kurd û Kurdistanê nîqaş kirin û bi rêya nîqaşên xwe nêrîneke kurdî ya nîştimanî pêşniyar kir.

 ‘HELWESTÊN ENKS`Ê DIYALOGÊN KURDÎ LAWAZ DIKIN’

Sekretêrê Giştî yê Partiya Çepger a Demokratîk a Kurd li Sûriyê û endamê Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) Salih Gedo sedema derengmayîna qonaxa sêyemîn a diyalogan eşkere kir û got: "Divê ENKS`ê sedema derengmayîna qonaxa sêyemîn eşkere bike, ji ber ku helwest û bertekên wan diyalogan lawaz dikin û rê li pêşiya berdewamkirina diyalogan digirin."

Sahil Gedo mixabiniya xwe der barê helwesta ENKS`ê nîşan da û wiha domand: "Mixabin di demên dawî de ENKS`ê li pêşiya diyalogên kurdî gelek astengî derxistin, ji wan bihaneya mijara şewata nivîsgehên hin partiyên wê ku ji aliyê kesên nenas ve pêk hatiye, ya din jî propogendaya ragihandinê ya li dijî wan. Bi nêrîna min ev helwestên wan ne durist in, rêgirtina li pêşiya berdewamkirina diyalogan berpirsyariyeke welatparêzî ya mezin e, ji ber ku diyalog ji bo yekitiya tevgera siyasî ya kurdî têne lidarxistin."

Di çarçoveya însiyatîfa ku Fermandarê QSD`ê Mezlûm Ebdî di dawiya sala 2019`an de pêşniyar kiribû de, ji destpêka vê mehê de amadekariyên lidarxistina gera sêyemîn a diyalogên di navbera PYNK û ENKS`ê de dihat kirin. Divêyabû ku ev ger di hefteya duyemîn a Sibatê de li dar biketa, lê heta niha li dar neketiye û civaka Kurd bang dike ku di zûtirîn dem de yekitiya kurdî ava bikin.

 ‘DIYALOG RÊYA TEKANE YA ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKAN E’

Gedo di berdewama axaftina xwe got: "Ez bawer dikim ku astengiyên ku ENKS`ê derdixe, bihane ne, ji lew re divê ENKS`ê li xwe vegere, li ser maseya diyalogan bicive, rê nede pirsgirêkên heyî ku dan û standinan lawaz bike û hewldana vekirina defterên gazinan neke, ji ber ku defterên gazinan dê nekevin xizmeta wê."

Gedo di dawiya axaftina xwe de eşkere kir ku ji bo berdewamkirina diyalogan ew amade ne û bang li gelê Kurd, rewşenbîr û welatparêzên Kurd kir ku helwesta xwe diyar bikin û ji ENKS`ê bixwazin ku dev ji helwestên xwe berde, ji ber nakevin xizmeta gel û li ser maseya diyalogan rûne da ku yekitiya kurdî pêk were.

 ‘DERXISTINA ASTENGIYAN ISBATA GIRÊDANA BI DIJMINÊN DOZA KURDÎ RE YE’

Lêkolîner û siyasetmedarê Kurd Azad Elî diyar kir ku astengiyên ku di dan û standinên kurdî de derdikevin,   encama hişmendiya hin aliyên kurdî yên siyasî ne yên ku naxwazin xwestekên kurdan bi cih werin û nêzîkî dijminên doza kurdî ne û wiha got: "Ev alî naxwazin nakokiyên heyî bi rêya diyalogan werin çareserkirin, heta xwe erkdar nabînin ku bigihêjin çareseriyeke siyasî jî."

Azad Elî axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Divê diyalogên kurdî berdewam bikin û hîn zêdetir berfireh bibin da ku civaka sivîl a kurdî jî hembêz bike û beşdarî çareserkirina pirsgirêkên di navbera partiyên siyasî de bibin, her wiha di wê baweriyê de bin ku ev dan û standin rêya tekane ya çareserkirina doza kurdî ye û ji bo pêkanîna yekitiya kurdî ya nîştimanî hîn zêdetir kar û xebatê bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MJwhwfs3THs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>